Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) serlêdana Partiya Gel a Komarî (CHP) û İYİ Partiyê nirxandiye û bi yekdengî ev daxwaz red kirine. CHP û İYİ Partiyê serî li YSKyê dabûn û xwestibûn ku hilbijartina Stenbolê ya 31ê Adarê, hilbijartina Serokomariyê ya 24ê Hezîranê û hilbijartina giştî ya parlamenteriyê ya serdema 27an were betalkirin.
YSKyê li ser daxwaza Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hilbijartina Stenbolê betal kiribû ku Ekrem Îmamoglû, namzetê Rêkeftina Milet bi ser ketibû. YSKyê gotibû “kesên ne karmendên dewletê ne li ser sindoqan wezîfe girtine” û biryar dabû ku hilbijartina Stenbolê were nûkirin. Piştî vê biryarê her du partiyan serî li YSKyê dabûn û xwestibûn hilbijiartina Stenbolê bi temamî were betalkirin.
YSK îro civiya ye û bi yekdengî biryar daye ku daxwaza her du partiyan neyê qebûlkirin.
Hilbijartin wê 23yê Hezîranê were nûkirin
YSKyê 6ê Gulanê biryar dabû ku tenê hilbijartina şaredariya bajarê mezin were betalkirin û ji nû ve were pêkanîn.
Mazbataya Ekrem Îmamoglûyî ji wî hatibû stendin. Heta roja 23yê Hezîranê Alî Yerlîkaya, Waliyê Stenbolê weke kayûm hatiye tayînkirin ku vê rojê wê hilbijartina Stenbolê ji nû ve were pêkanîn. (AS/FD)