Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
YSKê ji bo referandûma 16ê Nîsanê biryara redkirinê da ku bi hinceta ‘ji bingehê ve bêqanûnî” ji bo referandûm bê betalkirin serî li YSKê hatibû dayin.
Paşê Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Sadi Guven encamên teqez ên referandûmê ji raya giştî re aşkere kir.
Encamên referandûmê
Li gorî YSKê di referandûma 16ê Nîsanê de 25 milyon û 157 hezar û 463 kesan dengên “erê”, 23 milyon û 779 hezar kes û 141 kesan jî dengên “na”yê bikar anîne.
Hinceta biryara retkirina serîlêdana “Ji bingehê ve bêqanûnî”yê
Weke tê zanîn YSKê di referandûma 16ê Nîsanê de hîna di dema dengdayinan de biryar girt ku “dengên bêmor wê bên qebûlkirin”. YSKê di hinceta retkirinê de diyar kir ku ev biryar beriya encamên sindoqan bên aşkerekirin û û bêyî ku bandora wê ya li ser tercîhan bê zanîn hatiye standin ji ber wê jî ev biryar li gorî prensîba wekhevî û bêalîgiriyê ye û objektîf e. (HK/FD)