YSK: Li gorî encamên demkî, Erdogan bûye Serokomar
Serokê YSKyê Ahmet Yenerî gotiye ku ji sedî 99,43yê sindoqan vebûye û Erdoganî ji sedî 52,14ê dengan, Kiliçdaroglûyî jî ji sedî 47,86ê dengan bidest xistiye.
![YSK: Li gorî encamên demkî, Erdogan bûye Serokomar](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/279/495/original/ahmet_yener.jpg)
Fotograf. Özge Elif Kızıl / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yenerî derbarê encamên hilbijartinê de civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Serokê YSKyê Ahmet Yenerî gotiye ku ji sedî 99,43yê sindoqan vebûye û Erdoganî ji sedî 52,14ê dengan, Kiliçdaroglûyî jî ji sedî 47,86ê dengan bidest xistiye.
Yenerî destnîşan kiriye ku li gorî encamên demkî, Recep Tayyîp Erdogan bûye Serokomar. (HA/FD)