Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yenerî derbarê encamên Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an a 14ê Gulanê de daxuyaniyek daye.
Yenerî gotiye ku di pêvajoya hilbijartinê de, wan hemû dane gav bi gav bi rêya SIPRORTê bi partiyên siyasî re parve kirine: “Ew dîmenên li ser medyaya civakî hatine parvekirin, tê têkiliya wê bi Saziya Bilind a Hilbijartinê re nîne. Divê guh nedin wan îdiayên bêbingeh ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin û hewl didin civakê bixapînin. Pêvajo bi rengekî zelal birêve diçe û partiyên me yên siyasî jî di hemû pêvajoyan de cih digirin.”
Yenerî diyar kiriye ku wan nimûneyek ji zabitnameyên encaman ên ji sindoqan hatine berhevkirin, dane nûnerên partiyên siyasî yên komên wan li Parlamentoyê hene, nûnerên namzetên serokomariyê û muşahîdên partiyên siyasî. Her weha diyar kiriye ku pêvajoya radestkirina belgeyên peywendîdar a ji bo saziyên hilbijartinê yên navçeyan jî li gorî heman yaseyan, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniya Yenerî, îtîrazên li YSKyê hatine kirin, ew ê wan di wê deme de bi encam bikin ku yaseyê ew dem diyar kiriye. (VC/FD)