Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) a di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, hilbijartina herêmî wê 31ê Adara 2019ê çêbibe.
YSKyê di daxuyaniya xwe de gotiye li gorî Xala 8em a Qanûna Derbarê Hilbijartinên Rêveberiyên Xwecihî, Muxtaran û Heyeta Rîsipiyan, “Hilbijartinên Rêveberiyên Xwecihî her ji pênc salan carekê çêdibin. Di her serdema hilbijartinê de 1ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) a sala 5em roja destpêkirina pêvajoya hilbijartinê ye. Yekşema dawî ya meha adarê ya heman salê jî deng tên avêtin.”
Di çarçoveya vê Qanûnê de YSKyê biryar girtiye ku hilbijartin wê 31ê Adara 2019ê çêbibe.
Li gorî xala 17ê ya heman Qanûnê parlamenter, şaredar, endamên meclîsa giştî yên bajêr û yên şaredariyan heke di hilbijartinan de bixwazin bibin namzet, ne mecbûr in ku dest ji karên xwe berdin.
Lê heke karmendên dewletê bin, divê heta saet 17.00ê 1ê Kanûna Paşiyê (Berfanbar) dest ji karên xwe yên fermî berdin. (HA/FD)