Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yekîneyên Parastina Gel (YPS) êrişa bombeyî ya li dijî qayûmê Şaredariya Dêrikê û qaymeqamê navçeyê Fatih Safiturk girt ser xwe.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê Kordînasyona Giştî ya YPSê derbarê êrişa li dijî qayûmê Şaredariya Dêrikê Fatih Safiturk de daxuyanî da û wiha hat gotin:
“Yekîneyên me yên li Dêrikê, ji bo tolhildana şehîdên me û li hemberî faşîzma qesrê li dijî qeyûmê AKPê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de qeyûm Mûhammed Fatîh Safîturk mir, 3 badîgartê wî jî birîndar bûn."
Qaymeqam Muhammet Fatih Safiturk di meha Îlonê de weke qayûm li Şaredariya Dêrikê hatibû erkdarkirin.
25 kes hatin binçavkirin
Derbarê êrişa ku duh saet 00:10an de li dijî avahiya qaymeqamiyê pêk hatibû de Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û got ku êriş bi bombeya bidestçêkirî hatiye kirin.
DHAyê jî di nûçeya xwe de got ku ew teqemenî beriya bûyerê de li odeya qaymeqamiyê hatiye bicihkirin û piştre jî hatiye teqandin.
Di erişa bombeyî de qayûm Muhammet Fatih Safiturk û 2 kesên din birîndar bûn. Piştî birîndaran rakirin nexweşxaneyê Safiturk sewqî Dîlokê kirin.
Waliyê Dîlokê Alî Yerlikaya daxuyand ku Safiturk îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Di nûçeya AAyê de jî hat gotin ku piştî êrişê 25 kes hatine binçavkirin.
(AS/YO)