Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Tirkiyeyê leşker şandin ser sînor û top avêtin Kantona Efrînê krîzeke nû rû da. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 13yê Kanûna Paşiyê li Elezîzê derbarê mijarê de peyamên hişk dabû û ev daxuyaniyên hişk 14yê Kanûna Paşiyê li Tokat û Yozgatê berdewam kiribûn.
Erdoganî di van axavtinên xwe de digot ku ew ê destwerdana leşkerî li ser Efrîn û Minbicê bikin. 14yê Kanûna Paşiyê DYAyê bersivek da. Ofîsa Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê ya di bin serokatiya DYAyê de aşkere kir ku ew ê hêza parastinê ya sînor ava bikin ku wê ji 30 hezar kesan pêk bê.
Piştî van pêşketinan îro Îlham Ehmed Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Nûrî Mehmûd Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva van daxuyaniyan da.
MSD: Tirkiye dizane ku dizane ku li Efrînê kemîneke mezin li ber e
Îlham Ehmed, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nivîsek nivîsand û di wir de behsa nirxandinên Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî û pêşketinên derbarê Efrînê de kir.
Ehmedê di nivîsa xwe de bêdengiya Rûsyayê weke piştgiriya operasyona Tirkiyeyê dinirxîne. Li gorî nirxandina Ehmedê Tirkiye bi daxuyaniyan û bi avêtina topan dixwaze Efrînê di bin fişara şer de bihêle. Bi van gotinan berdewam dike:
ʺVan rojên dawî dewleta Tirk careke dî li dijî Efrînê dengê xwe bilind kir, dibêje wê her tiştî tevlî hev bikin û gefên giran li Kurdan xwarin. Bi ser navçeyên Efrînê de gelek top avêtine û tevgera xwe ya li ser sînor zêde kirin. Heta niha Rûsya bêdeng e. Ev bêdengî tê maneya ku van topavêtinan dipejirîne. Tirkiye wiha difkire ku wê bikaribe bikeve Efrînê û li wir bimîne. Lê her wiha dizane ku li Efrînê kemîneke mezin li ber e. Ditirse ku Efrîn jê re bibe goristan. Ji bo vê bi her cure zext û gefan dixwaze gel bitirsîne û wiha zextê şer li ser bike.”
“Şerê Idlibê wê dirêjtir bibe”
Ehmed diyar dike ku li ser Idlibê bazar tê kirin û hesabên Rûsyayê yên li ser Idlibê şaş in:
“Heke Rûsya bi vî hesabî difikire ku wê Idlibê bixe kontrola rejîmê şaş dike. Idlib ne Heleb e, ne Humus û ne Hema ye. Idlib li ser sînorê Tirkiyê ye. Destek û kana ji bo hêzên çekdar qut nabe. El Nusra bi hevkariya Tirkiyê tevdigere. Tirkiye ji bo ku li xaka Sûriyeyê bi cih bibe desteka xwe nabire. Efrîn di navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê de wê nebe bersiva Idlibê. Bixwaze jî nabe. Efrîn li dijî dagirkeriyê wê li ber xwe bide. Şerê Idlibê jî wê dirêjtir bibe.”
“Li Efrînê hêza DYAyê nîne”
Îlham Ehmedê nivîsandiye ku li Efrînê ne hêzên DYAyê lê yên Rûsyayê hene:
“DYA li ser erîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê zêde xwe berpirs nabîne. Ji ber ku ti hêza DYAyê li vir nîn e. Rûsya li vir zêdetir xurt e. Gelo wiha DYA dikare xwe ji berpirsyariyê xilas bike? Na. Ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye. Welatekî endamê NATOyê bê destûr nikare bikeve xaka welatekî dî. Bê destûr li diji welatekî dî nikare çekê bi kar bîne.
“Ji ber sedema ku Tirkiye endamê NATOyê ye, berpirsyariya DYAyê ya li ser hewldanên li ser Efrînê zêdetir dike. Ev rewş jî gelek sedeman bi xwe re tîne ku DYA li ser êrîşên li ser Efrînê mudaxeleyê bike. Ev ê çawa bibe? Li hêlekê destekê dide Kurdan û li hêla dî destûrê dide êrîşên li dijî Kurdan. Ev nakokiyeke mezin e. DYA heta niha destekeke mezin da projeyên ji bo tinekirina DAÎŞê. Diyar dike, ji niha û pê de jî ji bo aramiya herêmên azadkirî wê destekê bide. Ev projeya ji nû ve avakirinê ye. Vê Tirkiyê dîn û har kir. Tirkiye dibêje, heke gefê li Kurdan bixwe DYA wê desteka xwe ji Kurdan bibire.”
YPG: AKP Idlibê weke şansekî dawiyê dinirxîne
Nûrî Mehmûd derbarê mijarê de ji ANFyê re axivî û got ku şerê Sûriyeyê di van hefteyên dawiyê de careke din gur bûye. Mehmûd got ku di navbera Tirkiyeyê, hikûmeta navendî ya Sûriyeyê û Rûsyayê de “bazar” li ser Idlib û Efrînê tê kirin ku Erdoganî xistiye rojeva xwe.
Li gorî Mehmûdî “Desthilatdariya AKPyê Idlibê ji bo xwe weke şansekî herî dawî dinirxîne. Heke ku li ser Idlib û Efrînê karibin bazirganiyê, dan û standinê bikin hesap dike ku bi vî awayî wê karibe li ser lingan bimîne.”
Mehmûd jî weke Ehmedê hişyariyê dide û dibêje ku operasyona bejahî ya li ser Efrînê wê ne hesan be:
“Efrîn ne cihekî wiha ye ku mirov bi hêsanî nêzîkî wê bibe. Li hêla din Efrînê parastina xwe gelekî baş bi rêxistin kiriye. Heke artêşa Tirkan difikire ku di nava hefteyekê de wê karibe bikeve Efrînê ev tê wateya ku xeyalan dibîne.”
“Bazareke gemar tê kirin”
Mehmûdî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û bang li raya giştî ya navnetewî kir ku têkevin nava liv û tevgerê:
“Hêzên navnetewî divê bivînin ku Erdogan dixwaze trajediyên hemû bajarên Sûriyeyê, li Kobanê, Hums, Hema û hin bajarên Tirkiyeyê kiriye, li Efrînê jî çêbike. Bazereke gemar tê kirin.”
“Artêşa ku ji 30 hezar kesan pêk tê ne nû ye, ji xwe hebû”
Mehmûdî derbarê artêşa ku ji 30 hezar kesan pêk tê jî diyar kir ku ji xwe ev hêza leşkerî hebû:
“Ev ne rewşeke nû ye. Ne artêş e. Ev hêz ji xwe hebû. Sînorên Sûriyeya Bakûrê, ji hêza Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên YPG-YPJyê ji xwe tên parastin. Tiştekî ku ne nû ye. 6 sal in ku em xwe diparêzin. Li hemberî DAIŞê em û DYAyê bi hev re tevgeriyan û me ev rêxistina terorê tune kir. Piştî têkçûna DAIŞê hevkariya me li ser stratejiya aramkirina Sûriyeyê berdewam dike.” (HK/FD)