Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
YPGê derbarê operasyona Cerablusê ku duh destpê kir de daxuyanî da. Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji radyoya Dengê Amerîkayê re axivî û got: “Mafê tu kesî tine ku ji YPGê re bêje ji vir derkeve ji xwe em vê yekê teqez qebûl nakin.”
Li gorî nûçeya ANFê Rêdûr Xelîl ragihand ku armanca operasyona Tirkiyeyê ku li dîjî Cerablusê pêk tîne ne DAIŞ e, berterefkirina serkeftinên kurd e û daxuyand ku ew ji rojavayê Çemê Firatê venakişin û mafê ti kesî tine ku ji wan tişteke wiha bixwaze.
Axavtina Rêdûr Xelîl bi vî rengî ye:
“"Em li rojavayê Çemê Firatê di nav Hêzên Sûriyaya Demokratîk de cih digirin. Li vir em di axa xwe de ne. Li ser daxwazên hin kesan em ji axa xwe dernakevin. Em ne li ser daxwaza Tirkiyayê ne jî hêzek din tevnagerin.
“Mafê ti kesî tine”
Hêzên me dê li wir bimînin û ji paşve nekişin. Mafê tu kesî tine ne ku ji YPGê re bibêje ji vir derkeve ji xwe em vê yekê teqez qebul nakin."
Biden: Divê derbasî rojavayê çemê nebin
Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden ku duh hatibû Tirkiyeyê û bi Serokwezîr Yildirim re bi awayekî hevpar civîna çapemeniyê li dar xistin û Biden di axavtina xwe de got: ‘^Divê YPG û hêzên Sûriyê derbarê rojavayê Çemê Firatê nebin. Eger derbas bibin wê Amerîka bi ti awayî piştgirî nede wan.”
(HK/YO)