Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Xwendina Bilind, YOKê ji bo hemî zanîngehan nivîsek şand û diyar kir ku wê karên li derveyî welatî yên hemî akademîsyenan(serokên zanîngehan jî tê de) sekinandine û ew akademîsyenên li derveyî welatî kar dikin heke ne gelek pêwîst be divê vegerin.
Nivîsa YOKê ev e:
‘’Heta nivîsa duyem [a em ê bişînin] ji bilî ew kesên li gor benda 39. a qanûna 2547. kar dikin* divê rektor(serokên zanîngehan) jî tê de ti kes li derveyî welatî neyên erkdarkirin. Ew akademîsyenên li gor lêkolînên zanistî û hevpeymanên navneteweyî li derveyî welatî ne, divê li rewşa wan bê nêrîn û heke pêwîstî nebe divê di demek kurt de bi lez vegerin.
(* Ew kesên li gor benda 39. a qanûna 2547. kar dikin: Ew kesên ji bo Zanîngeha Manasê ya Kirgizîstan-Tirkiyeyê û Zanîngeha Ahmet Yesevî ya Kirgizîstanê kar dikin ku YOKê [avakirina wan zanîngehan] pêşniyar kiriye û MEBê li derveyî welat ava kirine. )
(BK/MB)