YOKê ji bo gotegotên dîplomayên sexte gilî kir
YOKê aşkere kir ku wan giliyê kes û saziyên ku îdiayên "400 akademîsyen xwedî dîplomayên sexte ne" belav dikin, kir.
Lijneya Xwendina Bilind (YOK) îdiayên ku dibêjin 400 akademîsyen xwedî dîplomeyên sexte ne derewand.
YOKê aşkere kir ku wan giliyê kes û saziyên ku îdiayên "400 akademîsyen xwedî dîplomayên sexte ne" belav dikin, kir.
Di daxuyaniyê YOKê de wiha hat gotin:
"Hin dezgehên medyayê û platformên medyaya civakî parvekirinên bê bingeh û spekulatîf belav dikin. Her weha îdia dikin ku '400 akademîsyen xwedî dîplomeyên sexte ne'. Bi vê yekê dixwazin saziyên me yên xwendina bilind û zanyarên me yên hêja biqîmet bikin.
Îro li Serdozgeriya Komarî ya Enqerêyê li dijî kes û saziyên ku van îdiayên derew belav dikin gilî hate kirin. Ji niha pê ve jî kesên parvekirinên bi vî rengî yên rast bikin wê giliyê wan were kirin.”
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.