Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şandeyên Yekîtiya Niştimana Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê a Iraqa Federal li hev rûniştiye. Civîn bi mebesta ku yasaya hilbijartinan bêguhertin, pêk hatiye ku nûnerê UNAMIyê jî beşdarî civînê bûye.
Piştî civînê şandeyên herdu partiyan derketine pêşberî rojnamegeran. Serokê şandeya YNKyê Ziyad Cebarî gotiye, “Wê civînên me heta derxistina yasayek baş û paqij were amadekirin, wê berdewam bikin.”
Derbarê rewşa pêkhateyên Herêma Kurdistanê de jî Ziyad Cebariyî diyar kiriye ku, “Pêkhate pêkhateyên sereke yên vî welatî ne. Di hemû mijaran de ew jî xwedî fikir û nêrînên xwe ne û nêrînên wan giringin.”
Guftûgo li ser mijara pêkhateyan wê dewam bin
Piştî Cebariyî Serokê Şandeya PDKyê Zana Mela Xalid jî axiviye û gotiye: “Me li ser piraniya xalên ku pêwîstin ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê li gel YNKyê lihevkiriye. Xalek nemaye ku em li ser bi nakok bin.”
Zana Mela daye zanîn ku her du partî li ser wê yekê hemfikrin ku pêkhateyên Herêmê jî welatiyên vî welatî ne û maf û nêrînên wan jî hene.
Hilbijartin wê di 2022yan de pêk bihata
Biryar bû roja 1ê Çiriya Pêşiyê ya 2022an hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk bên. Lê ji ber ku li ser yasaya hilbijartinan, pêkhatina komîsyonê û awayê lidarxistina hilbijartinan de nakokiyên siyasî di navbera partiyan de derket, hilbijartin pêk nehat.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyî de 26ê Adarê de aşkere kiribû ku 18ê Çiriya Paşiyê ya 2023ê wê Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bibe. (NT/FD)