Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîtiya Niştiman a Kurdistan (YNK) ji bo biryara Tirkiyeyê ya qedexekirina geştên asmanî ya derbarê geştên asmanî yên Silêmaniyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya YNKyê hatiye weşandin ku YNKyê gotiy: “Dewleta tirkan cara duyem e ku qada xwe ya asmanî ji bo Silêmaniyê digire. Sedema cara yekem referanduma ku bi armanca serxwebûnê di sala 2018an de pêk hatiye bû. Sedema girtina duyem a ji bo geştên di navbera Balafirxaneya Silêmaniyê ya Navnetewî û Tirkiyeyê de diçin û tên jî, li gorî gotinan hevkariya Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê û kurdên Rojava ye. Yanî ji ber ‘dijayetiya kurdan’ geştên Silêmaniyê hatine sekinandin.”
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê aşkere kiribû û gotibû, wan ji 3yê Nîsanê û pê de qada asmanî ya Tirkiyeyê, ji bo balafirên ku wê biçin Balafirxaneya Silêmaniyê ya Navnetewî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê û wê ji wir rabin qedexe kiriye.
Berdevkê Wezaretê û serkonsolos Tanjû Bîlgîçî diyar kiribû ku biryar wê heta 3yê Tîrmeha 2023yan dewam bike û “zêdebûna karên PKKyê” yên li herêmê kiribû hincet. Her weha diyar kiribû ku wê biryar li gorî rewşê careke din bê nirxandin.
Şaxa Hewlêrê yê YNKyê: “Ambargo ne qanûnî ye”
Şaxa 3yem a Hewlêrê ya YNKyê jî derbarê biryarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku biryar encama “siyaseta dijminane” ya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan e. Di daxuyaniyê de her weha hatiye gotin ku “ev ambargo ne qanûnî ye”.
Piştî ketina helîkopteran biryar hate dayîn
Piştî ku li Dihokê helîkopterek ket û Waliyê Dihokê îdia kir ku 7 kesên di helîkopterê de mirine PKKyî ne, Tirkiyeyê biryara qedexeya daye.
Navenda Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di 17ê Adarê de daxuyaniyek weşandibû û goibû ku du helîkopterên hêzên wan ên antîterorê tê de bûn dema diçû Silêmaniyê ji ber rewşa hewayê ketine. Di daxuyaniyê de Navenda HSDyê destnîşan kiribû ku ew hêz, di çarçoveya têkoşîna bi DAIŞê re, ji bo ku kabîliyeta şerî ya li dijî terorê xurtir bike û tecrûbeyên xwe yên leşkerî û yên ewlekariyê parve bike diçû Silêmaniyê û nek kes di helikopterê de bûn.
Lijneya Ewlekariyê ya Netewî ya Tirkiyeyê di 30ê Adarê de civiyabû û piştî civînê daxuyaniyek weşandibû. Di vê daxuyaniyê de behsa vê bûyerê jî hatibû kirin û hêzên navnetewî yên têkoşîna DAIŞê dikin bi tohmeta ku helîkopteran didin PKKyê yan jî YPGyê tohmetbar kiribûn.
YNK: Ger DAIŞ hebe, YNK amade ye biparêze
YNKyê roja pêncşemê jî li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, “YNK hêzeke Kurdistanî ye û ger gefa DAIŞê li ser Kurdan û Kurdistanê hebe, YNK amade ye wan deran biparêze. Çawa ku çû alîkariya Hewlêr û Kobaniyê, amadeye biçe û alîkariya wan ciyan û parçeyan bike û xetereya terorîst çêdikin, ji holê rake.” (AEK/FD)