Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) ya ku Celal Talabanî serokê wê yê damezrêner e, piştî mirina Talabaniyî kongreya xwe pêk neanî bû. Hatiye diyarkirin ku YNK heta dawiya 2019an dê kongreyê pêk bîne.
YNK yek ji du partiyan e ku li Herêma Kurdistanê ya Iraqê (HKI) serdest e û di sala 1975an da hatiye avakirin. Piştî ku di Çiriya Pêşiyê ya 2017an de Celal Talabanî, Serokê Partiyê yê damezrêner miribû, ji ber rikeberiyên navxweyî yên di nav partiyê dê, YNKyê kongreya xwe pêk neanî bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) YNK amadekariyan dike ku heta dawiya salê kongreya xwe li dar bixe.
Endamê Konseya Serokatiyê yê YNKyê Arez Ebdullahî derbarê pêvajoya kongreyê de ji nûçegihana AAyê re axivî ye.
Ebdullahî diyar kiriye ku ji bo amadehiyên kongreyê, di nav partiyê da komîsyenek hatiye avakirin û got, "Ji bo ku kongre bê kirin berê asteng hebûn lêbelê niha ev asteng neman. Lewra wext hat ku kongre bê kirin."
“Hemû şaxên partiyê dixwazin kongreyê pêk bînin”
Ebdullahî destnîşan kiriye ku hemû dezgehên partiyê dixwazin kongre pêk bînin û kesê ku dê peywira sekreteriya giştî birêva bibe dê bê diyarkirin, lewra jî dê heta dawiya salê YNK kongreyê bike.
Ebdullahî diyar kiriye ku piştî wefata Talabaniyî cara ewil dê kesekî cuda ji bo sekreteriya giştî ya YNKyê bê hilbijartin û wiha axiviye:
"Ev kongre dê ji yên din gelekî cuda be. Ji ber ku piştî mirina Celal Talabaniyî li Iraq û Herêma Kurdistanê gelek geşedanên siyasî, aborî û çandî çêbûn. Di vê kongreyê da dê guherînên girîng ên wekî nûkirina partiyê, ji nû ve diyarkirina bernameyê û guherîna rêziknameya navxweyî çêbe."
“Behsa ti kesî nayê kirin”
Ebdullahî gotiye ku ji bo sekreteriya giştî ya YNKyê behsa ti kesî nayê kirin. Edbullahî di berdewamiyê de ew zanyarî dane ku erkên kesê ku dê bê ser partiyê ne erkên wekî di destê Talabaniyî de bin. Erkên kesê bê hilbijartin dê bi piranî di nav dezgehên partiyê de bên belavkirin.
Di hilbijartina Iraqê de 18 kursî bi dest xistibû
YNK yek ji wan du partiyan e ku li HKIyê serdest e û di hilbijartina giştî ya ku di 12ê gulana 2018an da li Iraqê hat kirin da 18 parlementer derxistibûn.
YNK di hilbijartinên giştî yên ku di 30yê îlona 2018an da li HKIyê hatin kirin da jî li parlementoyê bûbû partiya duyemîn û 21 parlementer derxistibûn. (FD)
Fotograf: AA