Kovara Çand, Huner û Wêjeyê ya Guney, di Şemiya 12ê Îlonê de li Sînemaya Atlas a Beyoglûya Stenbolê ji bo 42emîn salvegera koçkirina hunermendê gel Yilmaz Guney bernameyeke bîranînê li dar dixe.
Di bîranînê de fîlma Arkadaş (Heval) a Yilmaz Guney dê were nîşandan. Bi beşdariya Fatoş Guney, Yuksel Aksu, Nur Surer û Necmettin Çobanoglu wê panelek were li dar xistin.
Biletên bernameya bîranînê ku saet di 19.00an de ye, ji gişeya Sînemaya Atlasê û ji malpera biletinial.comê dikarin bê peydakirin.
Hunermendê şoreşger Yilmaz Guney, yek ji navên herî zêde behsa wî di dîroka sînemayê de tê kirin e û ji temenê xwe yê 47 salan jê 12 sal di girtîgehan de û 3 salên dawî jî li derveyî welat di sirgunê de derbas kir. Piştrê nexweş ket û di 9ê Îlona 1984an de li Parîsê, di sirgunê de koça dawî kir.
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê tevahiya vîdeoya Newroza Parîsê ya 1984ê di sala 2021an de weşandibû. Di vîdeoyê de Şivan Perwer û Ciwan Hacoyî li gel hin hunermendên din ên kurd stranan gotine. Di vîdeoyê de Yilmaz Guney jî axiviye.
Axaftina Newrozê ya Guney
Yilmaz Guney li Parîsê di bernameya Newroza sala 1984an de ve axaftineke bi bandor kiribû. Guney weha gotibû:
“Hevalno! Êş, zext, hejarî, xwîn û hêsir ne qedera gelê Kurd e. Em vê qederê red dikin! Em vê qederê nas nakin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî mêtînger ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkin, em dixwazin bibin zarokên welatekî Kurd ê serbixwe, yekgirtî û azad ên Kurdistanê. Em dixwazin li se axa xwe bi zimanê xwe stranên evîndarî û azadiyê bisitirînin. Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistirin û û ji nû ve ava bikin. Hevalno! Çiyayên me, deştên me û çemên me li benda we ne. Em naxwazin hemû jiyana xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bibêjin. Em dixwazin li welatê xwe, di bin ala xwe de azad û serbixwe bijîn. Armanca wan kesên ku îro li deverên cuda yên Kurdistanê, li çiya, deşt û zindanên faşîst, li dijî zilm û zordariya mêtîngeran şer dikin û dimirin ev e! Em bîranîna kesên ku di şer de mirine û yên ku di vê rêyê de şehîd ketine di dilê xwe de û di têkoşîna xwe de zindî dihêlin. Bila dost û dijmin zanibe em dê bi ser bikevin, teqez em dê bi ser bikevin.
Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî, demokratîk!”
Derbarê Yilmaz Guneyî de
Yilmaz Guney ango bi navê xwe yê rast Yilmaz Putun 1ê Nîsana 1937an li gundê Yenîceyê yê Edeneyê ji dayîk bû. Ew bi eslê xwe ji malbateke Kurd a gundê Desmanê yê navçeya Siweregê ya Rihayê ye. Guney ji ber xizaniyê dev ji xwendinê berda û wekî karker di sînemeyan de xebitî.
Yilmaz Guney bi nasnavê "Şahê Kirêt" jî dihat naskirin. Guney sala 1982yan di Festîvala Fîlman a Cannesê de bi fîlmê xwe yê bi navê "Rê" xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû.
Yilmaz Guney bi fîlmên xwe yên wekî "Yol-Rê", "Suru-Kerî" û "Umutsuzlar-Bêhêvî" tê zanîn. Guney her wiha di 114 fîlman de lîstiye, derhêneriya 26 fîlman kiriye, 15 fîlm çêkirine û senaryoya 64 fîlman nivîsandiye.
Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney berî 42 salan 9ê Îlona 1984an li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir. Gora wî li beşa 62yem a Goristana Père Lachaiseyê ya Parîsê ye.
(AY)

