Derhênera Giştî ya Weşanê ya Kaos GLyê, rojnameger û parêzvana mafên LGBTÎ+yan Yildiz Tar, di çarçoveya Xelatên GALASê de ku li Îrlandayê tê li dar xistin, hêjayî Xelata Mafên LGBTÎ+yan ya Navneteweyî hat dîtin.
Merasîma Xelatên GALASê, Federasyona LGBT ya Neteweyî ya Îrlandayê li dar dixe. Merasîma îsa di 3ê Cotmehê de li Dublinê hate li dar xistin.

Polîsan bi ser Kaos GLyê de girt: Polîs ketin komeleyê, rêveber hatin desteserkirin
Peyama vîdeoyî şand merasîmê
Ji ber dozen li dijî wê hatine vekirin qedexeya derketina derveyî welat li ser Tarê heye û bi vê sedemê beşdarî merasîma li Dublinê nêbû. Her weha Tarê peyameke vîdeoyî şand merasîma xelatê.
Tarê diyar kir ku diviyabû li ser navê wê hevala/ê wê ya malê xelatê bistîne, lê hevala/ê wê ya malê di çarçoveya operasyona "Malbata min di ewlehiyê de ye" de ku di 12ê Îlonê de dest pê kiribû hat girtin.
Tarê xelata xwe diyarî parêzvanên mafên LGBTÎ+yan kir ku di çarçoveya heman operasyonan de hatibûn girtin.

Rojnameger û parêzvana mafên LGBTÎ+yan Yildiz Tar hat girtin
(NÖ/AY)
