Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokwezîr, Bînalî Yildirimî berbijarê Partiya Komarî yê ku wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin, Donalt Trump pîroz kir. Yildirimî ji Trumpî xwest ku ew Gulenî rêbike Tirkiyeyê.
‘’Ne wek hizra gelek kesan çêbû’’
‘’Encamên hilbijartinan ne li gor hizra gelek kesan çêbû. Donalt Trumb bû serokê 45. ê Amerîkayê. Em berrêzê Trump pîroz dikin û dewama biserkeftinan jê re dixwazin.
‘’Ez piştrast im ku şirîkatiya stratejîk a Tirkiye û Amerîkayê ya ji mêj ve ye bi hav re heye dê bidome. Em hêvî dikin meydanek çêbibe ku [Amerîka] guh bide hessasîyetên Tirkiyeyê, polîtîkayeka îstiqrar û aştiya herêmê dike gava yekem pêk biîne.
‘’Gulenî rêkin’’
‘’Serok, rêber, birêvebir û rê-xweşkerê Hewildana Derbeya 15ê Tîrmehê, Fethûllah Gûlen li ser axa DYAyê dijî. Da ku Fethûllah Gûlen demildest ji bo Tirkiyeyê bê şandin em bangî serokî dikin.’’(EKN/MB)
*Wêne: Murat Kaynak / AA