Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê AKPê Serokwezîr Binalî Yildirim îro li meclisê di komcivîna partiya xwe de axifî û derbarê radestkirina Fetullah Gulen, mitînga Yenikapiyê, wezîfedarkirina mamosteyên nû, spekulasyonên ser roja 14ê Tîrmehê û ji nû ve sererastkirina deynên krediyan de nirxandinên xwe anîn ziman.
Serokwezîr Yildirim derbarê mitînga Stenbol Yenikapiyê ku di 7ê Tebaxê de hatibû lidarxistin de got: ‘ Di wê mitînga muhteşem da li Stenbolê û hemû quncên Anadoluyê xelkê da nîşan ku bi hev ra ne.’
Yildirim bi van gotinan diyar ku wê ji Gulen ‘hesab bê pirsîn:
"Ew serkirdeyê terorîstan divê were Tirkiyeyê, hesab bide. Kesê ku Tirkiye da bombekirin, berê çekên Tirkiyeyê da miletê Tirkiyeyê, ew divê were Tirkiyeyê û teqez bê cezakirin. Em ê hesabê xwîna şehîd û gaziyên xwe bipirsin. Ew ê ji wî bazirganê dîn, derewciyê bêheya, xwînrêjê teqez hesab bê pirsîn."
‘Rihên xwe ji bo dolarekî firotine’
Yildirim wiha got: ‘Em ê Tirkiyeyê teslîmê kesên ku rihên xwe ji bo dolarekî firotine nekin. Ew azan û selayên ku wê şeva tarî hatin xwendin çawa ku rihê me kire yek, emê heta heta yek û bi hev ra bin.’
"14ê Tebaxê salvegera 15emîn a damezirandina AKPê ye"
Serokwezîr Yildirim der barê spekulasyonên 14ê Tebaxê ku piştî hewldana derbeyê dest pê kirin da wiha got: "Rêxistina FETO dibêje hûn li hêviya 14ê tebaxê bin. 14ê tebaxê girîng e. Lewra 14ê tebaxê salvegera 15emîn a damezirandina AKPê ye. Em ê roja damezirandina AKPê, li gorî AKPiyan bi bîr bînin. Ew roj em ê bi hev du ra li navenda giştî bin.’
"Em deynê krediyê cardin sererast dikin"
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku Wezareta Çandinî û Heywandariyê ji bo cotkaran biryareke girîng da û axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Em deynên krediyê yên şirîkê koperetîfan ku nikarin bidin, cardin sererast dikin. Em 640 milyon deynê 33 hezar û 427 şirîkên hezar û 268 koperatîfan ji bo 5 salan cardin sererast dikin."
(HK/YO)