Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yildirimê Serokwezîr li ser operasyona Cerablûsê axivî û got: ‘’Mixalifên Sûriyeyê li Cerablûsê bi cih bûn, dest bi kontrolkirina wan deran û gundan kirin. Cerablûs jî di nav de divê hemû der ji YPG û PYDyê bên paqijkirin."
Li ser demê operasyonê Yildirimî da zanîn ku her ku diçû rewş xetertir dibû ji ber wê operasyon hatiye kirin. ‘’An em bibêjin cihgirê serokê Amerîkayê hatiye, Barzanî hatiye û ji ber wê ev operasyon hatin kirin, şîroveyeka ji qamê der e.’’
Lihevkirina digel DYA
"Teahûda DYAyê ye ku PYDyî derbasî rojhilatê robarê bin"
"Peymana me ya bi DYAyê re ev e, divê PYDyiyên li Minbicê, yên li vê herêmê derbasî aliyê rojhilat ê robarê nebin. Ev teahûd û temînata DYAyê ya ji bo me ye. Heta ku ev pêk bê dê vir operasyonên me berdewam bikin. Bi vî awayî em ê jê bawer bibin ku li sînorên me dijî welatê me tu tehdît tune."
Îadekirina Gulenî
Serokwezîr Yildirim di heqê gotina Bidenê Arîkarê Serokê DYAyê de ku gotibû "Xwezî Gulen ne li DYAyê lê welatekî din bûya" got:
"Ev nîşan dide ka di nav tengasiyeka çiqas mezin de ne. Ne gelek kêfxweş in ku ew li welatê wan e, li welatê wan dimîne. Çima? Dizanin ku dostaniya Tirkiyeyê ji wî serokê rêxistinê gelek û gelek bi qîmettir e."
Îran
"Di 6 ê mehê de (6ê îlonê) Arîkarê Yekemîn ê Serokkomarê Îranê, birêz Cihangîrî tê. Em ê bi Cihangîrî re bi hev re rûnin, em ê mazûvantiya wî bikin. Em ê bi Îranê re hem di mijara têkoşîna dijî terora PKKê de, hem jî çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê hem jî pêşketina têkiliyên me yên dualî de biryarên giring bidin."
Misir
‘’Gelê Misrê û gelê Tirkiyeyê bira ne. Ji aliyê bawerî û çandê ve nirxên me yên hevpar ên herêmê re gelekî zêde ne. Ji ber wê jî em mecbûr in ku têkiliyên xwe yên bi Misrê re baş bikin. Têkiliyên me nikarin wiha berdewam bikin. Ji bo Misrê jî ji bo me jî nikare wiha berdewam bike lê ji aliyê siyasî ve pirsgirêka me heye."
Herêma Kurdistana Iraqê
"Em bi Barzanî re digel têkiliyên dualî bi taybetî gihaştin wê qeneata ku divê em di mijara têkoşîna li dijî terorê de hevkariyeka xurt bikin. Bi taybetî di çareserkirina pirsgirêka derbasbûna sînor de, di parastina asayişa wê derê de, di ewlehiya deriyên gumrikê yên ku dê bên vekirin de piştgiriya lazim em ê bikin. Bi serkêşiya Amerîkayê bi mebesta paşvesitandina Mûsilê destê DAEŞê hewldaneke mezin a Barzanî û ya rêvebiriya Bexdayê heye. Em jî piştgiriya vê dikin."(AS/MB)