Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr Binali Yildirim li Enqere Golbaşiyê Serokatiya Daîreya Tevgera Taybet ku di 15ê Tîrmehê de dema hewldana derbekirinê hatibû bombekirin, ziyaret kir û li wir daxuyanî da.
Serokwezîr Yildirim di axavtina xwe de wiha got:
‘Piştî ku hewldana derbekirinê dest pê kir me 15 deqîqe şûnde bihîst. Me ji kî bihîst? Me destpêkirina hewldanê piştî 15 deqeyan ji parazvanên derdorên me û ji heval û hogirên xwe bihîstin.’
‘Di beriya wê de derbarê mijarê de, derbarê mezinbûna tehdîte de ti agahî ji me re nehat dayîn. Madem ev mesele ji raya giştî re jî hatiye parvekirin, ez jî vê yekê tînim ziman. Lêbelê ti girîngiya vê yekê niha nîn e. Niha ya girîng ew e ku ew beleya ku me berteref kir dîsa nezivire ser me û nebe tehdîteke nû. Ji bo vê yekê çi pêwîst be em ê bikin.’
(NV/YO)