Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê AKPê û Serokwezîr Bianli Yildirim îro di komcivîna partiya xwe de derbarê girtina parlementerên HDPê, daxuyaniya CHPê û mijarên di rojevê de axivî.
Yildirim wiha got:
“HDPiyan hiqûqê binpê kirin”
“Li ser gazîkirina dozgeran parlementerên AKPİ CHP û MHPê çûn îfadeyên xwe da.
“Yek parlementerê HDPê ne tê de 54 parlementerên HDPê daxuyandin ku ew vê biryarê nasnakin, naçin îfadedayînê û bi vî awayî hiqûqê binpê kirin.
“Îxanetkirina li welêt ji kesî re namîne”
“Niha jî dibêjin “Em karên xwe yên meclisê didin sekinandin.” Miletê ji we re negot xebatên xwe yên qanûndanînê bidine sekinandin got xebatên xwe yên terorê bidine sekinandin, we şaş fêm kir."
“CHP muxalefetê Tirkiyeyê dike”
“Daxuyaniya ku dan bêbasîretiyeke siyasî ye. Ev çi ye yaw? Kepazetî ye. Dişibe daxuyaniya boykotê ya xwendekarên zanîngehan ku piştî her dersan dixwînin."
"Em ê vê heftê şiklê dawiyê bidin guhertina makezagonê"
Em ê vê heftê bi partiyên siyasî ra hevdîtinên xwe temam bikin û halê dawiyê bidinê. Înşallah bi beşdarbûna hemû partiyan va em ê guhertinê bikin."
(EKN/YO)