Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr di bernameyeka TRT TVyê bersiva pirsên li ser rojevê da.
Yildirim li ser hevpeymana digel Îsraîlê, lêborînxwestina ji Rûsyayê û têkiliyên digel Yekîtîya Ewropayê axivî.
Hin beşên ji axiftina Yildirimî ev in.
Hevpeymaniya digel Îsraîlê
‘’ Em ê we bikin jiyana xelkê Filistînê ya li Xeze û Rojavayê Şerî’ayê di bin ambargoyê de ye, wek asta pêdivî biguhere.
Tezmînata ji bo Rûsyayê
‘’ Ez dibêjim qey îro, sibe dibe ku roja çarşemê an pêncşemê berrêz Pûtîn û berrêz serokkomarê me dê bi telefonê biaxivin. Naveroka nameyê zelal e. Me xemgînîya xwe dîyar kir. Me dîyar kir em şirîkên xema wan malbatên endamên malbata wan mirine. Em eşkere dikin ku heke pêwîst be em ê tezmînatê bidin. Em dibêjin divê ev têkilî êdî bigihe asta pêdivî. Aliyê dî jî vê yekê di rê de dibîne û erê dike.
Yekîtîya Ewropayê
Em ê hemî amadekariyan û bingehan amade bikin. Paşê em ê ji gelî bipirsin, gel çi bibêje em ê wê bikin.’’
(NV/MB)