Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr Binalî Yildirim îro li meclisê di komcivîna partiya xwe de axivî û derbarê mijarên Pirsgirêka kurd, operasyonên li dijî cemaetê û dadkirinan de nirxandinên xwe kirin.
Axavtina Yildirim bi vî rengî ye:
Pirsgirêka Kurd
“Ji bo polêsên me yên ku duhê ji layê PKKê hatin şehîdkirin û serokê me yê baskê ciwanan ê navçeya Beytuşebabê Nacî Adiyaman ji xwedê rehmetê dixwazim. Serê hemû teşkîlatên me, bi taybetî jî serê teşkîlata me ya Şirnexê sax be.
“Rêxistina terorê PKK û dûvikên wê careke din xwîn rêtin. Bi navê pirsgirêka kurdî pirsgirêkeke PKKê tuneye. Hebe nebe pirsgirêka PKKê ya welatiyên me yên kurd heye. Wezîfeya me jî jinavbirina vê pirsgirêkê ye. Anku divê em vê rêxistina terorê ya ku destê wê bixwîn e ji navbera xwe derxin. Divê em pirsgirêka herêmê bi gelê herêmê ra çareser bikin.
“Pirsgirêka herêmê bi gelên herêmê ra tê çareserkirin. Hewcedarî bi navbeynkaran, tefeciyan û rêxistinên dest bi xwîn tuneye. Ev ne xwemalî û ne jî milî ne. Yên ku aqil didin vana ji derva ne. Pera didin û dikujin. Ji wan ra dibêjin bisekinin û ew jî disekinin. Wek FETOyê. Herdu digihîjin hev. Yekî bi destê rastê û ya din jî bi destê çepê dizivirînin.
“Lazim e ku gelê me vê yekê baş bizanibe. Lazime em navê vê lîstika li vê derê baş deynin. Li vê derê biratî, bihevratî û yekîtiya axa Tirkiyeyê, prensîbên saziya dewleta unîter, dewletek, alayek, miletek û wetanek tuneye.
“Çiye? Dixwazin ji Tirkiyeyê, Îranê, Sûriyeyê û Iraqê axê biqetînin û bêîstiqrariya herêmê zêde bikin. Dixwazin Tirkiyeyê bikin wek Misir, Yêmen û Sûriyeyê ji bo vê jî pir hewl didin."
Hewldana derbekirinê
“Serokwezîr Yildirim ragihand ku him beriya hewla 15 tîrmehê û him jî di pey wê ra rêxistinên terorê bi hev ra tevgeriyan û xwestin ku li Tirkiyeyê tevliheviyê derxin meydanê û wiha dewam kir: "Êdî biryar dan ku zivir ji vê tuneye. Plan ew bû ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji holê rakin û berê gelê Tirkiyeyê bidin hev û rageşî û tevliheviyê derxin. Paşê jî wekî xelaskeran bên yên din heldin cem xwe û ev şerê birayên dan destpêkirin dawî lê neynin.
Dadkirin û îdam
“Yexme tuneye. Hesabê were pirsîn. FETOyê were, hesab bide. Ji her kesê ku xwîna şehîdên me rêtin, hesabê were pirsîn.
“Lê dema pirsîna hesab, em ê bi hesta tolhildanê hereket nekin. Em ê bi edaletê hesab bipirsin. Edaleta tirkê hesab bipirse. Kê çi kiribe, wê hesabê wî bide, li cem kar namîne.
“Di îdamê da meriv carekê tenê dimire, lê ji bo wan ji mirinê mirinên mezintir hene. Ew jî darizandina bêalî û adîl e.
(AS/YO)