Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr Binalî Yildirim beşdarê weşana TRTê bû û derbarê ooperasyonên dawî û Biryarnameyên Weke Qanûnê ku nû hat ragihandin de axivî û nirxandinên xwe anî ziman.
Yildirim daxuyand ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Gulen de 40 hezar û 29 kes hatine binçavkirin.
Yildirim ragihand ku 5 hezar û 187 kes hê jî binçavkirî ne û 20 hezar û 355 kesên ji wan jî hatine girtin, li saziyên kamûyê 79 hezar û 900 kes ji wezîfeyê hatin dûrxistin û 5 hezar û 14 kes ji kar bi temamî hatin avêtin.
“Me li hemberî hewldaneke din ya derbekirinê re tedbîran girtine”
Serokwezîr Yildirim ragihand ku wan li hemberî hewldaneke din ya derbekirinê re tedbîran girtine û wiha got:
“ Ji bo ku di maweyeke dirêj de di kamûyê de ji bo derbeyeke nû potansiyel dernekeve holê herekateke paqijkirinê heye, ev herekat dê berdewam be.
“Nexwe em qala îhtimaleke wekî 'Sibê dê dîsa teşebûseke derbeyê ya nû çêbe' nakin, texmîneke me yê wisa tune. Di vê mijarê de tevdîrên hewcedar hatin sitendin. Li vir bi hezaran mensûbên rêxistina terorê yên dilqê eskeran de yên ku aktorên derbeyê ne hatin paqijkirin.
“Ji ber wê jî em qala teşebûseke derbeyê ya germ nakin. Me derbe da sekinandin lê hê ser aktorê vê rêxistina ku bû sedema vê derbeyê hêj bi temamî derneketine holê û hê jî wekî xetereyekê ne, em qala vê dikin.”
Derheqê saziyên îstixbaratê de
Serokwezîr Yildirim derbarê verastkirina der heqê saziyên îstixbaratê de got:
"Li aliyekî MÎT, aliyekî îstixbarata navxweyî. Tabî dikin wekî servîsekî îstixbaratê ya yekbûyî ya ku ewlehî, jendirme û hwd daxil in. Ev mûhtemelen dê girêdayî Wezareta Karên Navxweyî fealiyet bike.
“Ev rêxistin dibe ku hemû bi Serokomariyê ve bê girêdan, dibe ku li Serokwezîriyê jî bimîne. Modêla herî guncav çi be em ê wê diyar bikin lê tercîh ew e ku li Serokomariyê bimîne ev rarsttir e wekî serokê dewletê."
(AS/YO)