Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Federica Mogherini Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YKE) ji bo agirbesta di 24ê Sibatê de li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) hatibû qebûlkirin lê di pratîkê de pêk nehatibû, 26ê Sibatê ji Tirkiye, Rûsya û Îranê re name şandine ku her sê welêt garantorên pêvajoya Astanayê ne.
“Divê rageşiya leşkerî ya li Sûriyeyê bisekine”
Mogherini name ji wezîrên karên derve yên her sê welatan re nivîandiye û tê de gotiye ku “Agirbesteke mirovî ya rasteqîn ya li tevahiya Sûriyeyê heri kêm 30 rojan berdewam bike pêk bînin”.
Nûnera YEyê herweha bang li van welatan kiriye û gotiye, hemû gavên hewce bavêjin ku bila parastina gelê Sûriyeyê bikin û alîkariya mirovî yên lezgîn û veguhestina tibî ya hewce pêk bînin.
Di nameyê de herêmên bêpevçûn ên di pêvajoya Astanayê de biryar hatibû standin jî hatiye bibîrxistin û wiha hatiye gotin: “Em wisa bawer dikin ku di serî de ya li Xûtaya Rojhilatê rageşiya li Sûriyeyê bisekine û ji bo herêmên bêşer hemû cehd bên kirin”.
Fermana Pûtînî jî ti guhertin çênekirin
Duh li ser bangewaziya Rûsyayê agirbesta 5 saetan li Xûtaya Rojhilat ketibû meriyetê ku rêveberiya Sûriyeyê bi hinceta mixalifan êrîşên xwe li wir xurtir kiribû.
Lê ev agirbesta ku bi fermana Pûtînî hatibû plankirin jî tehliyeya sivîlan ji herêmê pêk neanîbû. (PT/FD)