Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
38 penaberên ku ji 14ê Tîrmehê û vir ve li giraveke li ser Çemê Merîçê ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de asê mabûn, hatin rizgarkirin.
Wezîrê Koç û Penaberiyê Notis Mitarakis di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de ragihandiye ku li aliyê Yewnanîstanê yê Çemê Merîçê di belemekê de 38 penaber hatine dîtin.
Mîtarakis diyar kiriye ku penaber Sûriyeyî ne û rewşa tenduristiyê ya penaberan baş e. Jinekê ducanî ya di nav wê komê de bûye wek tedbîr birine nexweşxaneyê.
@hellenicpolice found the 38 migrants on Greek territory, 4km south of the Turkish islet in #Evros, as well as a boat that transported them. They define themselves as Syrians, they are in a very good condition, and the pregnant woman is being taken to the hospital as a precaution
— Νότης Μηταράκης - Notis Mitarachi (@nmitarakis) August 15, 2022
Li gorî polîsê Yewnanê, grûpa koçberan ji 38 kesan pêk tê, 9 ji wan jin û 7 jî zarok in. Hevdem rêxistinên ne hikûmî û medya Yunanê jî amaje bi wê yekê didin ku zarokekî nav wê grûpê li wê girava biçûk canê xwe ji dest daye. Li gor daxuyaniya polîs, ew grûp ku jineke ducanî jî di nav de bûye, 4 kîlometre dûrtir ji wî cihî hatine dîtin ku destpêkê rêxistinên mafên mirov destnîşankiribûn û dikeve derveyî axa Yewnanistanê.
Polîsê ku bi şertê navê wî aşkere nebe bi Associated Press(AP)ê re axiviye û destnîşan kiriye ku koçberan ji wan re gotine ku keçeke 5 salî ji ber dûpişk pê vedaye, li wê grava biçûk miriye. Piştî daxuyaniya polîs û agahiya mirina zarokê di nav gelê Yewnanistanê de rastî bertekan hatiye.
(HA/AY)