Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yewnanistanê biryar daye ku heta dawiya sala 2020ê wê 10 hezar penaberan bi şûn de bişîne ji bo Tirkiyeyê. Li kampa penaberan a bi navê Moriayê ya li Girava Midilliyê 29ê îlonê şewat çêbûbû û jinek miribû. 2 jê zarok 17 penaber jî birîndar bûbûn.
Piştî agir bi kampê ketiye û protestoyên li ser vê rewşê, hikûmeta Yewnanistanê bi rengekî lezgîn kom bûye û biryar girtiye ku penaberan bi şûn de bişînin ji bo Tirkiyeyê.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, Moria kampa herî qerebalix a Ewropayê ye. Kapasîteya wê ji bo 3 hezar kesan e lê zêdetirî 13 hezar penaber niha lê dimînin.
Boris Cheshirkov, Berdevkê Yewnanistanê yê Komîseriya Bilind a Penaberan ê Neteweyên Yekgirtî diyar kiriye ku rewşa li Midilliyê xeternak e û divê demildest şert û mecrên li Moriayê bên sererastkirin. Her weha gotiye divê penaberan bişînin ji derveyî Midilliyê.
Staros Kytelis, Şaredarê Midilliyê jî bang kiriye û gotiye zexta li ser giravan kêm bikin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Yewnanistanê 70 hezar penaberên sûriyî di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanistanê bûne.
Daneyên Neteweyên Yekgirtî (NY) diyar dike ku di navbera 2 û 15ê Îlonê de 2510 penaber ji giravên Yewnanistanê şandine nava welêt. Oxfam, saziya alîkariyê ya ingilizan diyar kiriye ku zêdetirî 26 hezar penaber li giravên Yewnanistanê dimînin.
Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di Adara 2016ê de Peymana Bi Şûn de Şandina Penaberan îmze kiribûn û li gorî vê peymanê, penaberên dijyasayî derbasî Yewnanistanê bibin wê bişînin Tirkiyeyê. Li beramberî vê YEyê jî biryar standibû ku alîkariya darayî bide Tirkiyeyê.
Lê Mevlut Çavuşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve di meha Tîrmehê de aşkere kiribû ku ev peyman hatiye sekinandin. (RT/FD)