Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di hefteya dawî de wan li 29 bajaran operasyon pêk anîne û di encamê de 423 kes hatine desteserkirin û ji wan 145 kes hatine girtin.
Wezîr Yerlikaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:
"Operasyon di çarçoveya "Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber" de hatiye kirin. Di operasyonên ku li 29 bajaran hatine kirin de, 423 kes ji ber 'sextekariya giran', 'behîsên neqanûnî', ' tacîza zarokan a online' û 'têketina nav sîstemên agahdariyê' hatin zeftkirin. Ji van gumanbaran 145 kes hatin girtin û ji bo 128 kesan jî biryara şertê kontrola edlî hat dayîn. Ji bo yên din jî prosedur berdewam dikin."
Her wiha Yerlikaya ragihand ku di çarçoveya operasyonan de wan dest danîne ser milkên bi qasî 5 milyar TLyan.
(EMK/AY)
