Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina Dayik/Mirovên Şemiyê ya ji ber “Doza Hefteya 700î” wê îro li 21yem Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Stenbolê pêk tê.
Mirovên Şemiyê beriya danişînê li ber avahiya edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Polîsan cihê ku daxuyanî lê hate dayîn, dorpêç kir.
Cumartesi Anneleri/İnsanları’na (@CmrtesiAnneleri) açılan “700. hafta davası”nın ilk duruşması bugün:
— bianet (@bianet_org) March 25, 2021
"Asıl biz davacıyız"https://t.co/sdXXyyEiho pic.twitter.com/U6G77qix3O
Hanife Yildiz pêşiyê axivî û got, “Ev der ne ew cihê ku em lê kom dibin, em hêvî dikin ku di demeke kurt de em ê li Galatasarayê kom bibin.”
Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) jî axivî û wiha got, “Çalakiya ku 700 hefteyî bi heman şiklî pêk hat hûn çawa dikarin dadgeh bikin? Di eslê xwe de yê dozdar em in.”
Jiyan Tosunê daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û got, bedêla têkoşîna mafan her çi bibe bila bibe ew ê dest jê bernedin.”
Polîsan 25ê Tebaxa 2018ê di çalakiya Hefteya 700î de êrîş biribû ser Dayik/Mirovên Şemiyê û 46 kes desteser kiribûn. Bi tohmeta ku “Bê çek beşdarî meş û civîna dijqanûnî bûne û digel hatine hişyarkirin belav nebûne” li gorî Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê doz li wan vebibû.
Di îdianameyê de tekane delîl belgeya şopandinê û zabitnameya polîsan e.
Dadgehkirin di 15.15 deqîqeyan de destpê kir. Beriya wê rojnameger bi zorê karibûn bikevin salona dadgehê.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarî (CHP) Oya Ersoy, Zumeyha Gulum, Dilşak Kaya, Musa Piroglu, Ali Kenanolgu, Turan Aydogan, Ali Şeker, Gamze Akkuş İlgezdi, Suleyman Bulbul û parlamenterê serbixwe Ahmet Şik jî beşdarî dadgehkirinê bûn.
Di destpêka dadgehkirinê de Ozturk Turdogan axivî û got ku divê heyeta dadgeh demildest biryara beraetê bide. Dadwer Naim Atamî ev daxwaz qebûl nekiriye.
Ocak: Xwestina gorê çawa dibe sûc?
Masîde Ocak paşê axivî û got, “Ev fotografê ku hûn di stuyê min de dibînin, yê Hasan Ocak, birayê min e. Nehat qebûlkirin ku desteserkirî ye lê hin kesan ew dîtine. Serlêdanên me bê encam man. Piştî bi rojan me fotografek teşhîs kir û me xwe gîhand cesedê wî. Tam 26 sal in ku ez vî fotografî dibînim.
“Îşkence li birayê min kiribûn û fetisandibûn. Ti kes nehate dadgehkirin. Hin dozgeran gotin ‘polîsên tirk îşkenceyê nakin’.
“26 sal in em dadê dixwazin. Li Galatasarayê em bûn malbat, me derdesta Dayika Berfoyê oxir kir. Tenê daxwazeke me hebû, ma xwestina gorê çawa dibe sûc, ez fam nakim.”
Eren: Ma dozgerî piştgiriya îşkenceyê dike?
Rojnameger Faruk Erenî jî ev tişt gotin:
“Di îdianameyê de dozerî gotiye li dijî îşkenceyê slogan berz kirine. Me berz kirin, ez ê dîsa berz bikim. Ma dozgerî piştgiriya îşkenceyê dike. Li wê qadê ne tenê ji bo windahiyên xwe ji bo li Tirkiyeyê careke din kes winda nebe em rûniştin. 40 salan îşkence li malbata min jî kirin, kaxizek hate malê, gotin kurê we qaçaxê leşkeriyê ye.”
Parêzer Altiparmak: Diviya bû ku dewlet bihata dadgehkirin
Piştî navberekê parêzer Kerem Altiparmak axivî.
“We ji bo sûcdariyê gilî nekiriye. Ma ev dibe ku bibe mijara sûcdariyekê? Agahdarkirin ne destûr e, ji bo ewlehî were standin e. Kesên ku ev civîn pêk anîne cara 700î agahdar kirine. Ev yek ji civînan e ku herî zêde agahdarî hatiye kirin.
“Berpirsiyariya erênî ya dewletê heye, agahdarkirin ji bo wê dibe. Ji ber wê diviyabû ku dewlet were dadgehkirin.”
Dadgehkirin wê 12ê Tîrmehê dewam bike
Parêzerên bersûcan herî dawî dawxaza beraetê kirin. Piştî axavtinan dozgerî xwestiye ku kesên li wan nehatiye guhdarkirin bila li wan jî were guhdarkirin. Dadwer Naim Atanî biryara xwe ya demkî aşkere kiriye. Dadgehkirin wê 12yê Tîrmehê dewam bike.
Doz li 46 mafparêzan vekiribûn
Kesên ku doz li wan vebibû ve in:
Koray Çağlayan, Koray Kesik, Leman Yurtsever, Levent Gökçek, Lezgin Özalp, Maside Ocak, Mehmet Günel, Muhammed Emin Ekinci, Ayça Çevik, Besna Koç, Cafer Balcı, Can Danyal Aktaş, Cihan Oral Gülünay, Cüneyt Yılmaz, Deniz Koç, Ercan Süslü, Ezgi Çevik, Faruk Eren, Fecri Çalboğa, Ferhat Ergen, Gamze Elvan, Hakan Koç, Hasan Akbaba, Hasan Karakoç, Jiyan Tosun, Kenan Yıldızerler, Murat Akbaş, Murat Koptaş, Onur Yanardağ, Osman Akın, Özer Oymak, Özge Elvan, Ramazan Bayram, Rüşa Sabur, Sadettin Köse, Adil Can Ocak, Ahmet Karaca, Ahmet Süleyman Benli, Ali Ocak, Ali Yiğit Karaca, Atakan Taşbilek, Ataman Doğa Kıroğlu, Saime Sebla Arcan, Sinan Arslan, Ulaş Bedri Çelik, Volkan Uyar.
Her weha ji ber beşdarî çalakiyê bûbûn, doz li parlamenteran jî vekiribûn lê ji ber hebûna parêzbendiya wan dosyayên wan ji yên din cida kiribûn. (AS/FD)