Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bloka Aştiyê, Yekîtiya Bo Demokrasiyê, Koma Diyalogê, Hewldana Welatiyan îro di civîna çapemeniyê de deklerasyonek hevpar ragihandin. Di wê deklerasyonê de wiha hat gotin:
“Her çiqas ku mijara me zext û zordariyên li dijî HDPê be jî, hewl didin ku sîstema makeqanûnî û demokrasiyê bi temamî ji holê rakin.”
Ayşe Erzan, Leven Tuzel, Oya Baydar, Zulfî Livaneli di civîna çapemeniyê de axavtinan kirin û gelek kesên weke Parlementera HDPê Filiz Kerestecioglu, Hasip Kaplan, Akin Birdal, Necmiye Alpay, Gencay Gursoy jî tevli civînê bûn.
“Referanduma di bin OHALê de”
Deklerasyona diyarkirî bi vî rengî ye:
“Di bin OHALê de referandumeke ku wê siberoja hiqûq û demokrasiya welatê me diyar bike were kirin.
*Ji muxalefetê re defetên propaganda û xwe-îfadekirinê bi KHKyan hatiye tengkirin.
*Welatiyên muxalif bi bahaneyên cur be cur bêyî ti hincet were nîşandan rastî heqldana bêdengkirinê tên.
*Zext û sansurkirinên li ser medya her diçe zêdetir dibe.
*Bi deh hezaran kes hatine girtin, bi sed hezaran kes ji karên xwe hatine avêtin.
*Li welêt û derveyê welêt şer û pevçûn dewam dikin. Di rewşa hanê de pêngavên ku tê a avêtin meşrûbûna referandumê betal bike.
“Bêhiqûqiya mezin herî zêde li HDPê tê kirin”
“HDP li meclisê partiya sêyem e. Bêhiqûqiya mezin herî zêde li HDPê tê kirin.
“Ji hevserokên giştî heta parlementeran, ji hevşaredaran heta siyasetmedarên li herêmê bi hezaran kadroyên HDPê bi awayekî bêhiqûq hatine girtin. Bi vê yekê ve hewl didn ku HDP rêxistî nebe û ji bo referandumê ti xebat pêk neyne.
“HDP bi milyonan deng hildaye û bi vî awayî ketiye meclisê. Herî dawî bi betalkirina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag û girtina parlementerên din ve hewl didin ku HDP awayekî fiîlî were girtin.
“Betalkirina parlementeriya Yuksekdag li dijî makeqanûnê ye”
“Di dîroka komarê de ji sala 1920an vir ve cara yekem parlementeriya hevseroka giştî yê partiyeke siyasî tê betalkirin. Tu mînakeke wiha heta niha çênebûye û ev yek li dijî makeqanûna heyî ye.
“Gelek zelal dixuyê ku ev yek ne hiqûqî ye, biryareke siyasî ye.”
“Em li ser ‘Na’yê li hev bikin”
“Em îro ji vir bang li hemû gelê Tirkiyeyê ikin:
“Her çiqas ku mijara me zext û zordariyên li dijî HDPê be jî, hewl didin ku sîstema makeqanûnî û demokrasiyê bi temamî ji holê rakin.”
“Ji bo HDP xebat û siyaseta xwe bi awayekî azad pêk bîne, xebatên referandumê di derfetên wekhev de were kirin û parlementerên girtî serbest were berdan bang li her kesî kir ku dengê xwe bilind bikin.
“Em ji bo parastina demokrasiyê bibiryar bin û li ser dengê ‘Na’yê lihev bikin.
(BK/YO)