Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekitiya Platformên Îxrackiriyan têkildarî girtina 9 alimên olî ku endam û rêvebirên Komeleya Aliman(DÎAY-DER) û Kongreya Îslamî ya Demokratîk(DÎK)e daxûyanî daye. 9 alimên olî bi sedema xutbe bi kurdî xwendine hatibûn girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku mafê jiyanî û îbadeta bi zimanê dayîkê wê nikaribin asteng bike û daxwaza serbest berdana aliman hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Serokatiya Karên Dîyanêtê divê xizmetê ne ji mezhebek û zimanekî re bike; divê rayedarên olî yên ku taybetmendiyên çandî û hesasiyetên herêmê dizanin ji bo pêdiviyên dînî yên hemû kesan were wezîfedarkirin.”
Çi bûbû?
Di 3ê Tîrmehê de li Stenbolê li dijî endamên Komeleya Alimên Olî(DÎAY-DER) û Kongreya Îslamî ya Demokratîk(DÎK) operasyon pêk hatibû. Di encama operayonê de 26 kes hatibûn desteserkirin û 9 ji wan hatin girtin.
Huseyîn Bogatekîn, parêzerên endamên DÎAY-DERê û DÎKê diyar kiriye ku mijara sûcdarkirinê zimanê kurdî ye.
Parêzer Bogatekîn destnîşan kiriye û gotiye, pêş ku dadgeh dest bi karên îfadeyê bike me di kompîterê de dît ku biryara girtinê dane.
(EMK/AY)