Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DİB) di daxuyaniya xwe ya derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de, got ku ji bo demokrasiyê werin ba hev.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Em li ser çata rê yê ne” û wiha hatiye berdewamkirin: “Ya em ê li wî tiştî temaşe bikin ku sîstema yek kesî her biçe xurtir bibe, desteftiyên me yên demokratîk yek bi yek ji holê bên rakirin, yan jî li ser esasê dadperwerî, azadî û aştiyê de, em ê ber bi Tirkiyeya ku mafê me ye bimeşin, em ê dahatûya xwe bi dest bixin”.
“Ti siyaset, sazî, partî, tevger nikare vê meşê bi tena serê xwe bigihîne serkeftinê. Em neçar in ku hêza xwe bikin yek, bibin şirîk. Hilbijartinên li pêşiya me ne tenê berpirsiyariya siyasî di heman demê de ya exlaqî jî dide ser milê hemû kesên ku di dadperwerî û demokrasiyê de digihên hev: Bila îdeolojiyên xwe û programên xwe mihafeze bikin lê li hemberî sîstema yek kesî di bin banê demokrasiyê de bigihên ba hev û têkoşîna hevbeş bidin”.
“Mafê me tine ku di vê heyama dîrokî de em newekheviyên xwe derxin pêş û cida bisekinin. Dibe ku sibe pir dereng be. Ji îro de em banga hevkariyê dikin û dibêjin ji bo hedefa demokrasiyê werin ba hev. Em tenê bi hev re dikarin bi ser kevin!”.
Derbarê DİBê de
Di encama banga Riza Turmen û Binnaz Toprak Parlamenterên berê yên Partiya Gel a Komarî (CHP) nûnerên partiyên siyasî, yên sendîka, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyan, tevgerên jin û jîngehan di meha Hezîranê de kom bûn. Di vê civînê de bi armanca ku muxalefeta civakî bê ba hev nîqaş hatin kirin û li ser prensîp û şert û mercên Yekîtiya ji bo Demokrasiyê axavtin çêbûn.
Di vê civînê de “Belavoka Destpêkê” hat amadekirin.
Di yekem salvegera ragihandina Rewşa Awarteyê de jî derbarê binpêkirinên 6 mehên derbasbûyî de raporek belav kir. (BK/FD)