Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yekîtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê li Bakirkoyê mitîng lidar xist û daxwaza aştî û demokrasiyê kirin.
Bi hezaran kes li dijî polîtîkayên şer dengê aştî û demokrasiyê bilind kirin, her wiha mudaxeleya liş dijî xaka Rojava jî bi dirûşmêya “Dewleta dagirker ji Rojava derkeve” hate protestokirin.
Mîtînga bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê li Bakirkoyê ji aliyê Yekîtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê ve hat lidaristin. Mîtînga ku bi dirûşma “Li dijî faşîzim, darbekar û şer, em şatî û demokrasiyê dixwazin, bi hezaran kes qad tijî kirin. Li qada ku alên spî ku li ser ‘Aştî” hatî nivîsandin li ba dibe, piştî ku gel li nuqteyên lêgerînê tên meyzandin û şûn de dikevin qadê.
Li qadê her wiha dowîzên ku li ser nivîsîn “Bijî Aştî”, “Niha Aştî”, “Êşkence Sûcê Mirovahiyê Ye”, “Jin Jiyan Azadî” “Ji Darvekirinê Re Na”, “Biratî”, “Wekhevî” û “Aştî” hatin bilindkirin. Li ser platfroma ku hatî danîn jî bi ekranên mezin “#NihaAştî” hatibû nivîsandin.
Di mitîngê de çalakvanan wêneyên Eylem Ataş û Azîz Guler ên li Rojava di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dabûn, ragirtin û dirûşmên wekî "Dewleta dagirker ji Rojava bicehme" berz kirin. Dîsa ni dirûşman tecrîda li ser Rêberê PKKê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.
Girseya li ber stranên bi zimanên kurdî, lazî, tirkî û ermenîkî govend gerandin, dîmenên rengîn ên gelan derketin pêş.
Di mitîngê de Qetlîama Enqereyê jî nehat jibîrkirin û wêne-dovîzên kesên qetilkirî jî hatin daliqandin.
Bangekarên Hêzên Demokrasiyê
Engin Kara Hewldana Partiya Kedkarên Sosyalîst, Hevserokê SYKPê Ahmet Kaya, Hevberdevkên Partiya Keskê Eylem Tuncaeli û Naci Sonmez, Celalettin Can Komeleya 78an, Nûnerê Nor Zartongê Mûrad Mihci, Hevserokên KESKê Lamî Ozgen û Şaziye Kose, Serokê Giştî yê DÎSKê Kanî Beko, Serokê Konseya Navendê ya TTBê Prof. Dr. Raşit Tukel, Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Naci Duzgun, Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurka, Endamê MYKa ESPê Suat Kiliç, Seroka Giştî ya EHPê Sibel Uzun, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, Alîkarê Serokê Giştî yê Halk Evleriyê Nuri Guney, Gulsum Kav, Platforma Li Dijî Cinayetên Jin, Cemre Can Kovara Kaldiraçê, Serokê Giştî yê Navenda Çanda Pîr Siltan Abdalê Gani Kaplan, Hevberdevka Platforma Hevgirtina Sosyalîst Kezban Konukçu.
(HK/YO)