Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnerên Yekîtîya Ewropayê, Federica Mogherini û Johannes Hahnî ji ber desteserkirina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anliyî dan zanîn ku ew di fikarê de ne.
Federica Mogherini û Johannes Hahnî dan zanîn ku Kişanak û Anli bi dengên welatiyan hatine hilbijartin.
Herdu nûneran li daxuyaniya xwe weha gotin:
‘’Di 15 mehên paşiyê de, pevçûnên li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê nesekinîne.
‘’Divê her gavên Tirkiyeya endam[a Yekîtîya Ewropayê] li gor hiqûqê be û divê mafên bingehîn di proseyên dadkirinê de bêne parastin.
‘’Yekîtîya Ewropayê ji bo çareseriya sîyasî dîsa bang dike. Divê çek bêne danîn û ew nûnerên hatîn hilbijartin pêvajoyeka sîyasî bidine dest pê kirin. Tekane rêya çareseriyê çareseriya sîyasî ye.’’
(EKN/MB)