Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berdevka Nûnerîya Bilind a Ewlehî û Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewropayê Maja Kocijancicê li ser wezîfedarkirina qeyyûman û ji-karî-dûrxistina şaredaran daxuyanîyeka nivîskî weşandiye.
Di daxuyanîyê de hatiye eşkerekirin ku li şûna Selçuk Mızraklı, Bedia Özgökçe Ertan û Ahmet Türk walî hatine erkdarkirin. Bi vê yekê em dikevin metirsiyê ku çêdibe rêz li hilbijartina 31ê Adarê neyê girtin.
Bixwîne - Kayûm li şûna şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine tayînkirin
Berdevka NYyê eşkere kiriye ku girtin û desteserkirina sîyasetmedarên herêmî, wezîfedarkirina qeyûman û jikarîdûrxistina şaredaran temsîlîyeta herêmî ji sîyasetê tine dike.
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
(EMK/MB)