Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçiyî bi boneya salvegera serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28ê Çiriya Paşiyê de hatibû kuştin li salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê çalakiyek saz kiriye.
Di çarçoveya bernameya çalakiyê de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê ji aliyê Weqfa Tahîr Elçî merasîma xelat dayinê ya Mafê Mirovan û Azadiyê ya yekemîn hatiye li darxistin.
Di destpêka merasîmê de hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçîyê diyar kiriye ku ew xeleta ewil a îsal tê dayîn diyarî Jîna Emîniyê ku li Îranê hatibû qetilkirin dikin û wiha gotiye: “Em xelata xwe ya yekemîn diyarî Jîna Emînî dikin. Em xemgîn in ku vê xelatê diyarî bûyereke wisa dikin. Xwezî bûyereke wisa neqewimî bûya. Em piştgiriya jinên kurd, faris û efxan dikin.”
Pişt rê jî ji bo bîranîna Tahîr Elçî dimenên ku qala jiyana wî û qetilkirina wî dikin û qala Jîna Emînî dikirin hatin temaşekirin. Piştî pêşkeşkirina dîmenan Turkan Elçî xelata Mafê Mirovan û Azadiyê ya yekemîn li ser navê malbata Emînî daye ferdekî malbatê.
Bernamê bi gotina stranan a stranbêjên Ma Mûsîcê bi dawî bûye.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê