Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekemîn romana Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, wêjenas, dersdêr, hiqûqnas û mafparêz Tûrkan Elçîyê ya bi navê “Mavî Karga” derketiye.
Elçiyê di pirtûka xwe ya bi navê “Mavî Karga” yê de behsa çîroka qijikên ku li dijî zilm û zordariyê serîhildane dike. Pirtûk ji aliyê Dogan Kîtapê de hatiye çapkirin.
Derbarê Turkan Elçiyê de
Li Amedê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amedê qedandiye. Piştî ku Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedand, panzdeh salan dersdêriya tirkî kiriye û paşê îstifa kiriye û fakulteya hiqûqê qedandiye. Dayika du zarokan e û heta niha jî di bin banê Baroya Amedê de parêzeriya serbixwe dike. Têkoşîna xwe di Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçîyî de ku piştî hevjînê wê Tahîr Elçî bû qurbanê kuştineke kiryarê wê nediyar damezrandibû, berdewam dike.(AO/AY)