Endezyarê Hişê Çêkirî (AI) Ferhat Baysal li bajarê Thundorf ê Swîsreyê dijî û ev nêzî 25 sal in di warê nivîsbarî, sêwiran, danegeh û binesaziya teknolojîk de xwedî tecrube ye. Ferhat Baysal karên xwe bi awayê, “end-to-end” bi rê ve dibe û ji perwerdekirina modelên ziman bigire heta sêwirana dîtbarî û birêvebirina pêşkêşkaran (server) qonaxên projeyan bi tena serê xwe pêk tîne.

‘Peyvên Kurdî’ bi kurdî dide fikrandin, kurdiyê dide naskirin
Ferhat Baysal heta niha gelek aplîkasyon û projeyên girîng ji bo zimanê Kurdî çêkirine. Hin ji van projeyên wî ev in:
* Awir: Aplîkasoneke taybet a li ser zaravayê kirmanckî ye
* Kurdish Words: Lîstikeke fêrbûna peyvan a 8 zimanî ye
* Warê Stranan: Projeyek ku bi alîkariya zîrekiya çêkirî (AI) rojane 100 stranên Kurdî çêdike û bi awayeke otomatîkî li ser YouTubeyê bar dike.
.jpg)
Sepana "Pirs" êdî di Google Play û App Storeyê de ye
Li gorî nûçeya Mansur Kuyumcu ku li Ajansa Welat weşiya ye Ferhat Baysal “Mazdek AI” ji bo zimanê kurdî çêkiriye ku kurdî ji şoreşa teknolojiyê û hişe çêkirî (AI) bêpar nemîne û di vê qadê de cihê xwe bigire.
Taybetmendiyên sereke yên Mazdek AIyê
Mazdek AI zêdeyî 225 zimanan dikare wergerîne Kurdî. Mazdek AI ku ji bo Kurmancî, Soranî û Kirmanckî hatiye sêwirandin û di navbera Kurdî û zêdeyî 255 zimanan û di navbera zaravayan de dikare wergera nivîskî û dengî bike.
Dengan dike nivîs
Mazdek AI bi taybetmendiya ‘Deng bo Nivîsê’ (ASR) deng, vîdeo an lînkên lê tên barkirin dengê hawîrdorê jê dibe, axivêr nas dike û jêrnivîsên Kurdî lê zêde dike.
Sen Kürtçe konuş. Karşındaki kendi dilinde duysun. 💧 Wergera Zindî: mazdek AI'ın canlı tercümanı. 103 dil, iki telefonla da. #mazdekAI #CanlıTercüman #Kürtçe #KurdishAI https://t.co/HuRGItxkmf
— mazdek AI (@mazdekAI) October 4, 2026
Deng kolon dike
Mazdek AI, bi saya taybetmendiya ‘Dengkirinê’ (TTS) dikare ji bo sê zaravayan nivîsan veguherîne deng. Her wiha, bi taybetmendiya “Klonkirina Deng” jî mirov dikare qeydeke kurt a dengê xwe bar bike, pergalê fêrî dengê xwe bike ku her nivîsê bi dengê mirov bixwîne.
Write it. Hear it. 🔊 Type a Kurdish sentence, mazdek AI reads it aloud: 1,220+ Kurdish voices, your own cloned voice in Kurmancî or Soranî, and multilingual voices in 24 languages. #mazdekAI #KurdishAI #TextToSpeech https://t.co/erBGntjpjv
— mazdek AI (@mazdekAI) October 3, 2026
Wergera zindî dike
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Wergera Zindî” re astengiyên zimanî jî ji holê radike. Mesele du kesên ku zimanê hev nizanin, tenê bi lînkekê an QR kodekê; dike ku her yek bi zimanê xwe biaxive û kesê din jî gotinên wî/ê bi zimanê xwe rasterast bibihîze.
Rojeke nû, rojeva nû. Nûçe pir in, wext kêm e. Rojev her roj nûçeyên rojê bi deng amade dike: tenê guhdarî bike. #mazdekAI #Rojev #Kurdî https://t.co/yWidwJrTed
— mazdek AI (@mazdekAI) October 2, 2026
Rasterast pê dizane ku tu bi kîjan zaravayî diaxivî
Mazdek AI xwediyê “Chatbota Kurdî û Moda Dengî” ye. Gava tu bi Kurdî pirsekê jê bipirsî, pergal bi kîjan zaravayî be bi heman zaravayî û bi deng dikare bersiva te bide.
Rojeke nû, rojeva nû. Nûçe pir in, wext kêm e. Rojev her roj nûçeyên rojê bi deng amade dike: tenê guhdarî bike. #mazdekAI #Rojev #Kurdî https://t.co/yWidwJrTed
— mazdek AI (@mazdekAI) October 2, 2026
Dikare belgeyan bixwîne
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Xwendina Belgeyan” (OCR) dikare nivîsên di nav wêne an belgeyên skankirî (pdf) de bixwîne, wergerîne zimanê ku tu dixwazî û paşê bi deng jî ji te re bixwîne.
Kâğıttan metne. 📄 Bir sayfanın fotoğrafını çek; mazdek AI metni çıkarır ve düzeni bozmadan çevirir. 40 sayfaya kadar PDF. #mazdekAI #OCR #Kürtçe https://t.co/Mmpu10ioFv
— mazdek AI (@mazdekAI) September 28, 2026
Rastnivîsê dizane
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Rastnivîsê” (Spell-Checker) şaşiyên te yên herfî û rêzimanî yên di Kurdî de dibîne û destnîşan dike. Paşê ji bo serastkirina wan peyvên rast weke vebijêrk pêşniyarî te dike.
Every mark matters. Type Kurdish plain and Rastnivîs puts back the missing î ê û ş ç. Spell checking for Kurmancî, Soranî, Kirmanckî + 85+ more languages. Free dictionary check, Word (.docx) in and out. #mazdekAI #Kurdish https://t.co/3LcNyayBdF
— mazdek AI (@mazdekAI) September 30, 2026
Soranî dikare bi tîpên latînî binivîse
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Soranî bi Tîpên Latînî” re metnên ku bi alfabeya aramî (erebî) hatine nivîsandin, dikare veguherîne tîpên latînî.
Bi pêşkeşvanên dîjîtal nûçeyan pêşkêş dike
Mazdek AI, bi taybetmendiya “Nûçeyên Rojevê” re nûçeyên ji çar aliyên cîhanê bi 15 zimanên cuda amade dike. Paşê, ev nûçe bi saya pêşkêşvanên dîjîtal Kamîran û Şevîn bi awayekî dengî û vîdyoyî ji te re tên pêşkêşkirin.
Zimanê te. Dengê te. ☀️ Deng dibe nivîs, nivîs dibe deng, 255 ziman û wergera zindî. Zîrekiya çêkirî ya kurdî. Belaş daxe 👉 https://t.co/bedVCRAz5M #mazdekAI #KurdishAI #kurdî #kurmancî #soranî #zimanêkurdî #werger #motiondesign https://t.co/Zf4eF4eg6r
— mazdek AI (@mazdekAI) September 28, 2026
Ji bo ceribandinê
* Malpera Mazdek.AI: www.mazdek.ai
* Google Play: https://play.google.com/store/apps/details?id=ai.mazdek.app&hl=af
* Apple Store: https://apps.apple.com/us/app/mazdek-kurdish-ai/id6783520377

(AY)

