Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) Arzû Çerkezoglû yekem care ku weke jinekê li DISKê bû serok. DISK sala 1967ê hatibû avakirin.
Piştî ku Serokê Giştî yê DISKê Kanî Beko li Îzmîrê bû namzetê parlamenteriyê yê CHPyê û dest ji karê Serokatiya DİSKê berda, Lijneya Giştî ya DISKê kom bû û Arzû Çerkezoglû weke serok hilbijart.
Li şûna Çerkezoglûyê, Cafer Konca weke sekreterê giştî hat hilbijartin.
Li gorî vê encamê lijneya rêveberiya DISKê ji van kesan pêk tê: Seroka Giştî: Arzû Çerkezoglû Sekreterê Giştî: Cafer Konca Endamên Lijneya Rêveberiyê: Cemal Poyraz, Çetîn Çalişkan, Alaaddîn Sari, Kanber Saygili û Mûstafa Safvet Yahyaoglû. |
Derbarê Arzû Çerkezoglûyê de
Sala 1969ê li Artvînê ji dayik bûye. Sala 1986ê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê dest bi perwerdeya xwe kiriye. Sala 1994ê weke doktor dest bi wezîfê kiriye. Sala 2004ê pisporiya xwe ya derbarê patolojiyê de qedandiye.
Di salên zanîngehê de di nava tevgera xwendekaran de cî girtiye û di rêveberiya komeleya xwendekaran de wezîfe kiriye. Dîsa bûye Sekretera Giştî ya avakar a Federasyona Komeleyên Xwendekaran a Stenbolê (IODF). Piştî dest bi karê doktoriyê kiriye di nava têkoşîna sendîkayî ya kedkarên tenduristiyê de cî girtiye. Pêşiyê li Tüm Sağlık Senê û paşê jî li Sendîkaya kedkarên Alîkariya Civakî (SES) de sê serdeman bûye seroka şûbeyê.
Ji sala 2001ê û vir ve di bin banê DİSK Devrimci Sağlık-İşê de têkoşînê dike. Di navbera 2004 û 2007ê de li sendîkayê weke sekretera giştî kar kiriye. Piştî sala 2007ê li heman sendîkayê bûye serok.
Ji sala 2013ê û vir ve li DİSKê weke sekretera giştî wezîfe girtibu. (TS/ÇT/FD)