Albûma yekem a Mahmût Goçerî derketiye ku navê wê "Yek" e. Kom Mûzîkê albûm çap kiriye ku ji 5 stranan pêk hatiye.
Goçerî di albüme de 5 stranên klasîk ên ji muzîka kurdî berhev kirine û bi aranjoriya Rojhat Faysal Varliyî şîrove kirine.
Goçer him ji hêla akademik him jî ji hêla kar, bi mûzîkê ve mijûl e. Wî li Zanîngeha Dîcleyê beşa Konservatûarê qedandiye. Kar û xebatên xwe li ser dengbêjiyê û mûzîka gelêrî ya kurdî berdewam dike.
Di albûmê de jî reng û şopa vê mûzîkê heye. Stranên ku Goçerî di albûma xwe ya “Yek”ê de cih daye wan, ji herêmên Farqîn, Xerzan û Serhedê ne. Ji bilî “Bêmalê” çar stranên din stranên rîtmîk in ku di dema dawetan ango şahiyan de ji bo pêşwazîkirina bûk û zavayan tên strîn. “Bêmal” straneke evîniyê ye ku berê Ozan Şiyarî û hin stranbêjên din jî straye.
Yek ji stranên ku Goçerî di albûmê de cih daye wê, “Ne li Mal e” ku me berê ji Abraham Karapêt, Mûrat Bektaş û çendîn stranbêjên din jî guhdar kiriye.
Goçerî ev stran nêzîkî forma ku Karapêtî bikar aniye stran straye û dengê kemençeyê de tê de gelekî diyar e. Di stranên din de jî li gel amûrên rojavayî, amûrên rojhilatî jî bi rengekî diyar tên bihîstin.
Straneke din ku Mahmût Goçerî straye, "Çemê Bişêriyê" ye. Çavkaniya vê strana gelêrî Fatma Goçer e. Form, aranje, melodî û rîtma muzîkê rengekî cuda daye albûmê. Bi taybet jî bikaranîna muzîka elektronîk di rîtmên stranê de û têkilkirina wan û melodiya stranê, xweş li hev hatiye.
Derbarê Mahmût Goçerî de
Di sala 1992an de li navçeya Seyhana Edeneyê ji dayik bûye. Piştî ku malbata wî koçî Amedê kiriye jiyana xwe li Farqînê domandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Konservatûarê qedandiye. Li ser dengbêjî û muzîka gelêrî ya kurdî karan dike. Yek albûma wî ya “profesyonel” e. (FD)