Yehya Omerîyî li Stenbolê helbesta xwe ya "Qesîdeyek ji bo bîra te xwend
(Vîdeo: Murat Bayram/bianet)
Yehya Omerîyî di dema xwendina lîseyê de dest bi nivîsîna helbestan kiriye û dema helbestên wî li Kurdigehê hatin weşandin wî biryar daye ku ew bûye helbestkar. Tofan Sunbulî ji bo bianetê pirsên li ser jiyan û helbestkariya Yehya Omerîyî jê kirin.
Em ji navê te û paşnavê te destpê bikin. Te navê xwe eynî hiştiye lê paşnavê xwe hilbijartiye. Sedama hil(ne)bijartina navî û paşnavî çi ye?
Mesela navî: Di lîseyê de dema min nû dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kirî, min dît gelek helbestkarên Kurd li şûna navê wan yê fermî navek û paşnavek nû -wek ji bo Kurdbûna xwe nişan bidin- hilbijartine. Min jî xwest navek û paşnavek nû ji xwe re bibînim lê min nav nedît, min paşnavek xweş jî nedît. Min got “Ez çi bikim, çi bikim?” Min dît Bro Omerî, Şerefxan Cizîrî heye. Navên wusa ku paşnav bêhtir cih dîyar dike, lewma min jî got ez eşîra Omerîya me û min Omerî hilbijart. Lê paşê ez jê acîz jî bûm, ya rastî wê çaxê ez ciwan û nezan bûm. Min giredanên eşîrî, feodal derxist pêş. Niha difikirim biguherînim. Belkî dîwana duyem de bi navekî û paşnavekî nû derkevim qada wêjeya Kurdî.
Nav û paşnav dîyar e gelo?
Çend nav û paşnav diçin û tên lê hê min biryara xwe nedaye lewre ez nikarim tiştekî niha bêjim. Dema lîsê de min biryar da ku navê xwe biguherînim û min ev biryara xwe bi malbatê re parve kir, gelekî henekên xwe bi min kirin (li halê xwe dikene). Gotin “Tu yê çima navê xwe biguherînî, navê te navê pêxemberan e, navê te pîroz e: Yehya”. Lewre min nekarî wê deme navê xwe biguherînim, min tenê paşnav guherand.
Çîroka te û helbestnivîsînê çawa û kengê dest pê kir?
Yehya Omerî behsa helbestên xwe dike(Wêne: Ahmet Can)
Biçûkanîya xwe de heta lîseyê bi awayekî min helbest bi Tirkî dinivîsand. Lê pîştî ez hatim lîseyê pola ewil de min biryar da ku ez ê êdî helbestan binivîsînim. Biçûkanîya xwe de min bi awayekî berdewamî helbest nedinivîsand, car caran. Di lîsê pola sêyan de min dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir. Helbesta min a ewil ya Kurmancî jî dema ez diçûm lîse çaran di malpera Kurdîgehê de hat weşandin. Dema min dest bi nivîsandina Kurdî kir, paşê min dev ji Tirkî berda. Ev demekê direj e jî ez bi Tirkî nanivîsînim.
Ez werim li ser helbesta te. Dema min helbestên te xwendin tê de her tim jinek û mêrek hebû. Jin diçe çiyayan û mêr jî li bajêr dimîne. Qala çiya gelek tê kirin. Naveroka helbestên te jî piranî li ser çûyîn û mayînê ye. Wekî nimûne; “Ferhengên Çûyînê, Rûyê Xwe ji Balifa Min Hilde, Strana Tunebûna Te, Îşev Dîsa Were”. Sedama vê çûyînê çi ye?
Çûyîn wek mînak min ji yekê hez kiribe, em ji yek veqetiyane û ew çûye ez mame. Yan jî yekê ji min hez kiriye û em ji hev veqetiyane, ez çûme û ew ma ye. Evînek şikestî, evînekê bi awayek têkçûyî, nîvco mayî heye. Ew jî bivê-nevê bandorê li ser derûniya min dike. Ew helbest jî bermayî û şûnbermayinê wê çûyinê ye, yên wê nîvco mayinê ye. Lê min xwest ku tişta ku di strana de tê kirin, tim jin li ser mêran stranên çûyînê dibêjin. Mêrên ku çûne şer û venegeriyane, mêrên ku wenda bûne, mirine filan. A rastî jin ne çûye tu derî, bes em tenê veqetiyane û min xwest wusa nişan bidim bi awayekî. Jin û mêr anku hevalên me yên ku çûne çiyayan û wenda bûne jî hene. Ev hinekê bi wê re jî têkildar e, ne tiştekê zêde şexsî ye.
Tu ji çûyînê hez dikî?
Ez çûyînê hez nakim lê ez tim diçim ji ber ku ev deh salin ez xwendekar im û her ser rêya me, zêde li mal nasekinim. Tenê diçim otogaran, tenê têm cihekî nû loma çûyîn bûye xisletekê min a taybet. Bê dile xwe diçim lê axir ew çûyîn bandorê helbestê dike û xwe dide der.
Te di helbesta xwe ya bi navê “Helbest Çi Dixwaze” de ev riste nivîsiye:
“Xewna her peyvê ye helbestek bedew.
Û daxwaza her helbestê jinek bedew e.”
Tu ji helbestê çi dixwazî û te helbestên xwe ji jinek bedew re qet nivîsiye?
Yehya Omerî û Tofan Sunbul (Wêne Ahmet Can)
Min helbestên xwe ji jinên bedew re nivîsine. Hemû jinên bedew xwediyê wan helbestan in û hemû mêrên qeşeng jî dikarin wan helbestan ji jinên bedew re bixwînin. (em bi hevre dikenîn) Dema em helbestên serkeftî yên wêjeya cihanê yên evînî dinêrin yanî hemû jî ser jinekê hatine nivîsin. Ew jin gelek caran ne şênber e, ew jin carna tuneye jî wekî helbesta “Çavên Elsayê” ya (Louis) Aragon. An jî edebiyata Tirkan de wek “Uvercinka”yê, navê jinekê ye, bes ew tuneye. Helbestkarê Frensî Guillaume Apollinarie li ser Barbarayê helbest nivîsiye. Loma helbestên evînî piranî li ser jinekê ne, carna navê wê jinê dîyar e, carna ne dîyar e.
Ez naxwazim tiştan bixim çavên xwendekaran lê ez dixwazim helbestên min tenê hişê wan de çîrûska vêxe, hindik be jî wan ber bi fikirandinê ve bibe. Divê peyv ne beloq be, hinekê nixumandî be da ku wek helbest bimîne. An jî yê bibe şîretname, metnekê didaktik. Helbest li dijî dîdaktîzmê ye. Heta derketina Tirêjê di helbesta Kurmancên Bakur de estetîzm ne li pêş e. Şîyarkirin û ragihandin pêş e. Min nexwest ez tiştekî wusa bikim, di helbestên min de estetîk her li pêş e.
Ji helbestên te dîyar e ku tu êşîyayî û tu êşê wek “orgazma hebûnê” dibini. Helbesta xwe de jî tu silavek ji Rênas Jiyan re dişîni. Gelo tu xwe wek çîrûskîstekê dibînî?
Êş serê me bûye bela hinekê. Em li kû derên xwe binerin êş e, şîn e, çûyîn e. Ez xwe wek çîrûskîstekê nabînim lê bandora Rênas (Jiyan) li ser min hebû, demekê min Rênas gelekî dixwend. Ew bê hemdê xwe bandor li ser helbestên min kir. Wê helbestê de min bi awayekî îronîya êşê jî kir, ne ku ez wek Rênas êşê bêjim, min henekên xwe bi êşê kir. Ew helbest bermayîna wê serdemê ye. Ez hê cîwan û xav bûm û di bin bandora helbesta Rênas de mabûm.
Te navê helbesta xwe ya bi navê “Anatomiya Demsalên Zer” heman demê de li pirtûkê kiriye. Gelo ev nav nebû sedem ku ev helbest derkeve pêş, zêdetir were xwendin û helbestên din li bin sîya wê de bimîne?
Destpêkê de navê pirtûkê cuda bû. Ez ê cara ewil li wira bêjim, navêwê “Dîwana Çûyînan” bû. Ew gelekî min klîşe hat û navê helbesta “Anatomiya Demsalê Zer” jî min gelekî xweş dihat. Min got bila ew be. Ez li ser vê yekê nefikirim ka gelo helbestên din yê li bin sîya vê helbestê de bimîne an na? Navê wê min xweş hat. Heman demê de ez dikarim bêjim ku helbesta min a herî zêde jê hez dikim jî ew bû. Ew jî bandor lî kir loma. Ew helbest hat xwendin. Têkilî û belavbûna wê helbestê xwendinê re eleqeder bû. Ev helbest gelek hate xwendin ji ber wê jî hin helbestên din li bin sîya wê de man. Gelek caran derfetên xwendekaran tune ku pirtûkê peyda bikin û bixwînin. Kîjan helbest hatibe xwendin, ew berbelav dibin. Di vê dîwanê de jî wilo bû, du helbest hatin xwendin: “Qesîdeyek Ji Bo Bîra Te û Anatomiya Demsalên Zer”. Yên din wekî te gotî li bin sîya wan de man. Helbestên din jî ne ewqasî xirab bûn.
Çavkaniya helbesta te çi ye? Tu helbestên xwe bi çi av didî?
Çavkaniya ewil kelepora mezin a helbesta cîhanê ye, dîrok û berxwedanên Kurdan e. Dîroka min a şexsî ye ku ev parekê gelek mezin digere. Piranîya helbestên xwe ez ji dîroka xwe ya şexsî derdixim, ser wan bîranînên xwe, têkçûyînên xwe, acizî û kêfxweşîyên xwe. Xwendinên ku heta niha min kiriye li ser edebîyatê, mîtolojîyê, felsefe, dîrokê, çandê, sînemayê wana hemû bi awayekî bandor min dikin û dibin çavkaniyên helbestê. Gelek caran ez jî ji bo ku helbesta xwe kûrtir bikim gelek metnan dixwînim. Divê helbestkar hay ji gelek tiştan hebe ji bo backrounda poetikaya xwe baştir bike.
Bi qasî ku dizanim tu li ser dîwana xwe ya duyemîn şol dikî. Dosyaya ku li ber destê te kîjan astê de ye? Xwendekar dê helbestên te yên nû kengê bixwînin?
Hin helbest destê min de hene lê niha ez li ser wan dixebitim. Hinek qedîyane hinek jî neqedîyane. Ne dîyar e yê kengê derkeve lê ez dixwazim dîwana duyem sala 2018an de derkeve. Îhtimalek mezin bi navekê nû ez ê dîwana xwe derxim. Helbestên vê dîwanê de kêm in lê helbestên direj in. Kêfa min bêhtir ji helbestên direj re tê lewre hêjmara helbesta li gor “Anatomiya Demsalên Zer” kêm e lê helbestên gelek direj tê de hene. Çend ji wan hê neqedîyane.
Pirsa dawî, ev deh rojin ku tu li Stembolê yî. Ev cara te ya pêşîyê ye ku tu hatî mezintirîn “metrepolên biyanan”. Vê carê ji me re metrepolên biyanan bike behs.
Kêfa min zêde jê re nehat bi rastî ji ber ku metrepolên biyanan e. (kenê xwe dike) Bajarek mezin e, zêde qelebalix e û tim ji tiştan dereng dimînî, dema te tune ye tu bigihijî tiştan. Jiyan bihaye, Kurd rûye bajêr yê nexweşik dijin loma zêde kêfa min jê re nehat. Ez dixwazim vegerim “ramûsanên deştên xwe”.
*Xelata Arjen Arîyî: Ew xelat e ku Weşanxaneya Evrenselê bi piştgiriya Weşanxaneya Lîsê, Weşanxaneya Ronahîyê û Komeleya Nivîskarên Kurd li ser navê şairê navdar ê kurd Arjen Arîyî salane dide.
(TS/MB)
Wêneyê Manşetê: Ahmet Can