Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku di Civîna Yekîtiya Ewropayê de beşa derbarê Tirkiyeyê qediyaye belavokek derbarê encamên derketine de hatiye weşandin.
Serokdewlet û serokwezîran di vê civîna li Bruselê de biryar dane ku ji bo penaberên Sûriyeyî 3 milyar euroyî bidin Tirkiyeyê.
Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê wiha gotiye: “Me îro derbarê têkiliyên bi Tirkiyeyê re nîqaşeke berferih kir. Komîsyonê raporek pêşkêşî me kir ku li ser çawaniya mijara dirêjkirina peymana derbarê penaberan de bû. Ev niha wê bi fermî werin erêkirin. Me ev rapor qebûl kir. 3 milyar wê bêşandin.”
Di civînê de serokên YEyê ji bo mijarên weke penaberî, tenduristî, îqlîm, têkoşîna li dijî terorê û mijarên herêmî yên berjewendiyên her du aliyan tê de hene, diyar kirine ku ew ê ji bo amadekariya diyalogên asta bilind amadekariyan bikin.
Di belavokê de her weha behsa çareseriya pirsgirêka Qibrisê kirine ku li gorî teza YEyê divê federasyoneke ji du herêman pêk tê, were avakirin. Serokên YEyê di vir de bal kişandine ser statuya Mereşê û bang kirine ku bila biryarên Desteya Ewlehiyê ya NYyê bicih bibin.
Di demokrasiyê de paşketin heye
Serokên YEyê di belavokê de bal kişandine ser pêşketinên di mijarên serweriya hiqûqê û mafên bingehîn de û gotine ku rewşa heyî metirsiyê çêdike. Di belavokê de hatiye diyarkirin ku partiyên siyasî, mafparêz û medya tên hedefgirtin û ev dihêle demokrasî, serweriya hiqûqê û mafên jinan bipaş bikeve. (TP/FD)