Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di civîna amadekariyê ya ji bo lutkeya serokan ya Yekitiya Ewropayê(YE) de biryar hatiye stendin ku hevdîtinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endamtiya YEyê ku hatibûn rawestandin dê wek xwe bimînin.
Di biryara ku li Konseya Konseya Karên Giştî ya YEyê de sitendine de hatiye gotin ku “Konseya YEyê bi xemgînî têbinî dike ku her diçe Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.”
Herwiha di biryarê de hatiye destnîşan kirin ku Tirkiye di polîtîkaya xwe ya derve de jî ji xeta YEyê her diçe dûr dikeve û wek mînak Lîbya hatiye nîşan dan.
Di biryarê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Tirkiyeyê li Libyayê ji bo hêzên hikûmetê bi awayekî ne yasayî çek şandine.
Binpêkirinên mafên mirovan
Di biryarê de ji ber ku Tirkiyeyê Peymana Yekitiye Gumrukê ya bi YEyê re binpê kiriye hatiye şermezarkirin û binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkiyeyê jî hatiye rexnekirin.
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku paşkevtinên di mijarên wek mafên mirovan, demokrasî û mafên bingehîn, her wiha azadiya ramanê û serxwebûna dadgeriyê de 'fikarên kûr' çêkiriye.
Her weha di beşeka biryarê de hatiye destnîşan kirin ku saziyên civaka sivîl di hawirdoreke ku her diçe dijwartir dibe de di bin zextan de xebatên xwe didomînin.
Rewşa Hevdîtinan
Hevdîtinên di navbera Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê de bi awayê teorîk li ser 35 qonaxan tên birêvebirin û di 16 salên borî de tenê 16 qonax hatine gotûbêjkirin û ji van tenê yek bi awayekî demkî hatiye girtin.(PT/AY)