Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Josep Borrel, Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Ewlekariyê û Peywendiyên Derve yê Yekitiya Ewropayê(YE) destnîşan kiriye ku ew ji bo kiryarên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi endîşe ne.
Peter Stano, berdevkê Borrelliyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiriye û tê de gotiye ku ew ji bo hewldanên rakirina parêzbendiya parlamenteran, tayînkirina qeyûman û girtinên li deme dawîn, bi endîşe ne.
Peter Steno diyar kiriye ku di gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Selahettîn Demîrtaş hê jî azad nebûye û weha gotiye:
“Tirkiye demeke dirêje endamê Konseya Ewropayê yê û berendamê endamtiya Yekitiye Ewropayê ye. Divê Tirkiye neçare ku mafên mirovan, serdestiya hiqûqê û azadiya xwe birêxistinkirina sîyasî jî di nav de sîstema demokratik bigire bin temînatê.”
(EKN/AY)