Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku divê ji bo mafparêzên li Tirkiyeyê girtî ne di çarçoveya feraseta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de (DMME) mafê dadgehkirina adil bên sazkirin.
Di daxuyaniya delegasyonê da hatiye bibîrxistin ku Taner Kiliç Serokê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û Osman Kavala mafparêz û karmend jî di nav de aktivîst, rojnameger, parlamenter, dadger, dozger û akademisyen di girtîgehê de tên girtin û hatiye gotin ku ji bo bipêşxistina têkiliyên di navbera YE û Tiriyeyê de bal kişandine ser girîngiya serweriya hiqûqê.
Derbarê Kavala û Kiliçî de
Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber a Anadolû Kulturê 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê dema ji Dîlokê vedigeriya li Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê hatibu desteserkirin ku ji bo civîna projeyeke Anadolû Kultur û Enstîtuya Goetheyê bi hev re li Dîlokê bû. Kavala 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
Taner Kiliç Serokê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê li gel 22 parêzerên din Hezîrana 2017ê hatibû girtin û dosyaya wî û dosyaya Buyukadayê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê kiribûn yek dosya. 31ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê ji bo wî biryara tehliyeyê hatibû dayin, lê beriya ku bê tehliyekirin derbarê wî de “biryara zeftkirina ji bo girtinê” hatibû derxistin. Taner Kiliç tekane girtiyê doza Buyukadayê ye. (ÇT/FD)