Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Hêzên Parastina Gel (HPG) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê operasyona artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ya li herêmên binîqaş de daxuyanî belav kirin.
Di encama wê operasyonê de kontrola Kerkûk û navenda Şengalê ketibû destê artêşa Iraqê ku operasyon ji hêla artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî yên bi ser artêşê ve di 17yê Cotmehê de birêve çibû.
YBŞ: Em pozisyona xwe diparêzin
Li gorî daxuyaniya YBŞyê hat diyar kirin ku “Pirsgirêka gelê Şengalê tenê li ser bingeha diyalogê û lihevkirinê dikare çareser bibe” û “Hêzên YBŞ-YJŞyê pozisyona xwe diparêzin”.
HPG: Me hêzên xwe ber bi herêmên ewle ve vekişandin
HPGyê jî derbarê bûyerên dawî yên li Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir. Li gorî vê daxuyaniyê hat bibîrxistin ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî di saetên şevê yên 16yê Cotmehê de êrîş birine ser navend û derdora Kerkûkê. Hat gotin ku hêzên HPGyê bi armanca parastinê cî girtine lê Pêşmergeyên bi ser YNKyê ve Kerkûk berdane û di navbera hêzên HPG û Artêşa Iraqê de li hin deveran pevçûn derketine. HPGyê destnîşan kir ku piştî Pêşmerge vekişiya ye xeta parastina Kerkûkê hatiye şikandin.
HPG Tebaşa 2014yê di dema ku DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir de bi armanca parastinê çûbû Kerkûkê. Ji wê rojê û heta niha hêzên parastina HPGyê li Kerkûkê bûn. HPGyê duh di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan hêzên xwe ber bi herêmên ewle ve vekişandine.
KCK banga diyalog û demokratîkbûnê kir
Di daxuyaniya KCKyê de banga “diyalog û demokratîkbûnê” hat kirin.
“Beriya pevçûn li Kerkûkê destpê bikin jî weke Tevgera Azadiye me diyar kiribû ku divê li Iraqê hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û demokratîkbûnê werin çareserkirin. Ji niha û şûn de jî wê helwesta me heman be.”
Ji bo operasyona hikûmeta navendî ya Iraqê ya li Şengalê jî KCKyê ev daxuyanî belav kir:
“Hin ciyên li nav û derdora Şengalî jî bêyî berxwedanek çêbibe ji Heşdî Şebî re hatiye hiştin ku gerîlayên YBŞ û HPGyê ji bo pevçûn di navbera wan û PDKyê de dernekeve ji PDKyê re hiştibûn. PDKyê di dema avêtina van gavan de li gel gerîlayên hêza parastina xweser a gelê Kurd û bi Tevgera me ya Azadiyê re neketiye nava diyalog û hevdîtinê.” (HK/FD)