Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nebî Yavuz, piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra ya Samsunê hatiye berdan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yavuz duh di saetên êvarê de ji girtîgehê derketiye û îro çûye Taxa Çîmentepe ya navçeya Konak a Îzmîrê ku malbata wî li wir dijî.
Yavuz, li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konakê bi kulîlkan hatiye pêşwazîkirin.
“Ez serbilind im”
Yavuzê ku bi stranên kurdî hatiye pêşwazîkirin wiha gotiye:
“Têkoşîna me ya zêdetirî 50 salan ji aliyê bi dehezaran mirovan ve tê domandin. Têkoşîna me bi ked û berxwedana gel ve mezin dibe. Tişta ku li girtîgehê em li ser pêyan girtin jî hêvî û bawerî bû. Vê hêz da me. Di têkoşîna ku tê dayîn de ez serbilind im. Serkeftin dê ya me be.”
Piştre jî Yavuz û kesên ku ew pêşwazî kirine bi meşê çûne mala malbata Yavuz.
30 sal û 6 meh di girtîgehê de bûye
Yavuz, di sala 1993an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû desteserkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” hate darizandin. Cezayê muebbetê li Yavuz hatibû birîn. Yavuz, di 30 sal û 6 mehan de li girtîgehên Amed, Edene, Mêrdîn, Vezîrkopru û Bafra yên Samsunê maye.
Nebî Yavuz diviyabû 6 meh berê bihata berdan. Lê belê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareya Girtîgehê tehliyebûna Yavûz 6 meh hatibû taloqkirin.
(EMK/AY)