Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di çarçoveya serdanên xwe yên fermî yên li Iraqê de bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîya.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di daxuyaniya wezaretê ya der barê serdanê de hat destnîşankirin ku Guler serdanên xwe yên li Iraqê îro jî domand. Her weha Sererkanê Tirkiyeyê Orgeneral Metîn Gurak jî bi Guler re çûye.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
"Wezîr Yaşar Guler ku danê êvarê ji Bexdayê çûbû Hewlêrê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser geşedanên herêmê bi taybet li ser şerê li dijî terorê hat axavtin.”
Dê hevkarî berdewam dikin
Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Yaşar Guler rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên dualî nirxandin. Guler ji bo kesên di êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê de mirine sersaxî xwest û got, "Tu hinceta êrîşê nîne."
Di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariyê ji bo ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê hat kirin.
Serokwezîr Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li gorî hêmanên “pêwendiyên baş ên cîrantiyê û berjewendiyên hevpar” bi pêş bixe.
Di hevdîtinê de mijarên weke girîngiya pêkanîna Peymana Şengalê û vegerandina penaberan jî hatin gotûbêjkirin.(TY/AY)