ŞANDEYA ÎMRALİYÊ Bİ ROJNAMEGERAN RE CİVİYA
Yasa derket, niha jî ezmûna aştiyê dest pê dike
Ji Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Pervin Buldan û Faik Ozgur Erol re û ji Sekreteriya Îmraliyê Veysî Aktaş, duh (19ê Tebaxê) di hevdîtineke li otêleke Stenbolê de nêzîkî du saet û nîvan pirsên rojnamevanan bersivandin.
Tê plankirin ku beşa duyem a vê civînê di rojên pêş de li Enqereyê bê kirin. Civîn mijarên weke Rojava, vegerên endamên PKKê, qeyum, veguherîna DEM Partiyê û gelekên din li xwe digir.
Şandeya DEM Partiyê tekildarî civîna bi Serokkomar Erdogan re daxuyanî da
Sernavên sereke yên ku di civînê de derketin pêş ev bûn:
-
-
DEM Partiyê, metna yasaya çarçoveyê tenê sibeha ew roja ku wê derkeve dît. Di xuleka dawî de ji bo hin guherînan bi hiqûqnasên AKPê re hevdîtin hatin kirin.
-
Tê çaverêkirin ku Abdullah Ocalan di pêvajoya ji niha û şûnde de, bi taybetî di organîzasyona çekdanîn û vegerînan de rasterast di komîsyonê de rol bistîne.
-
Di rojêvê de ye ku Îmralî ji bo rojnameger, akademîsyen, civaka sivîl û rêxistinên jinan were vekirin.
-
Ji bo ku Mazlum Abdi û İlham Ahmed bi Ocalan re hevdîtinê bikin dixwaz ji herdu aliyan jî heye, lêbelê ji bo serdanê bernameyekî diyarkirî nîne
-
Kongreya DEM Partiyê ya 6ê Îlonê "kongreya veguherîna esasî" nîne. Tê çaverêkirin ku guherîna berfirehtir berî an piştî Newroza 2027an bê rojevê.
-
Li ser Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û qeyûman ti sozek ji aliyê Erdogan ve nehatiye dayîn. Ya ku heyeta DEM Partiyê ragihandiye, çavdêriyeke ku bi pêşveçûna pêvajoyê re ev mijar jî dikarin bibin rojev.
-
Li dawiya van hemûyan jî pirsa esasî naguhere: Gelo Tirkiye dê tenê bi bidawîanîna pevçûnê re sînordar bimîne, an dê bikare bêdengbûna çekan veguhêze aştiyeke mayînde?
Yasa derket, niha dê çi bibe?
Pêvajoya ku ev demeke bi nîqaşên “gelo yasa dê berê derkeve an çekdanîn dê berê bi dawî bibe?” dihat meşandin, derbasî qonaxeke nû bû. Ji niha û şûnde mesele ew e ku dê qanûn çawa bê cîbicîkirin û ka dê çekdanîn veguhere çareseriyeke siyasî ya mayînde an na.
Faik Ozgur Erol yasa wekî “vekirina deriyekî” bi nav kir. Li gorî Erol, pîvan û kapasîteya yasayê heye ku bandorê li ser berdana nêzîkî 4 hezar girtiyên siyasî yên di girtîgehan de û li derve jî li ser zêdetirî 75 hezar dosyeyên lêpirsîn û darizandinê bike. Rewşa nêzîkî 900 kesên ku ji derveyî çarçoveya yasayê hatine hiştin jî dikare di pêvajoya pêş de li ser daxwaz û rayeya desteyê ji nû ve bê rojevê.
Li gorî Veysi Aktaş jî “hîmê hiqûqî ya rêya ber bi aştîya pozîtîf ve diçe” hat danîn. Pervin Buldanê jî got ku medya meseleyê dîsa bi piranî di bin sernavê “teror”ê de digire dest, lê ji niha û şûnde divê ev yek wekî “meseleya aştiyê” bê nirxandin.
Bûldanê ragihand ku Ocalan ji peyv û têgehan zêdetir girîngiyê dide derketina yasayê û vê rêziknameyê wekî “gavê yekem”, “yasaya kîlîlê” û “yasaya kok” dibîne.
Ji ber vê yekê, pirsa ji niha û şûnde ji yasayê zêdetir ew e ku dê li ser wê çi bê avakirin.
"Li ser naverok û rêbaza yasayê rexneyên me jî hene. Me ev yek him di qonaxa amadekirinê de him jî piştî amadekirinê gelek caran anî ziman. Bêguman me jî dixwest ku naverokeke pir berfirehtir hebe ku him di pênasîn û naveroka xwe de demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsagirêka Kurd bigire dest, him sedem û encaman nîşan bide û him jî di hincet û metna xwe de vê çarçoveyê hilgire. Lêbelê li gorî rastiya heyî ya welat û hin taybetmendiyên pêvajoyê, xala ku em gihiştinê ev e.
— Faik Ozgur Erol
"Rêveber û hiqûqnasên AKPê, roja beriya derketina yasayê bi hevalên me re hatin cem hev. Lê me metin tenê sibeha roja ku yasa dê derkeve dît. Li wê derê jî dîsa krîz çêbûn. Weke mînak, di nava yasayê de peyva «teror» û «terorist» gelek dihat bikaranîn; çareseriya pirsgirêkê di çarçoveya siyaseteke ewlehiyê de di yasayê de hatibû nîşandan. Em li dijî vê derketin. Me anî ziman ku li şûna peyvên «teror» û «terorist» zêdetir divê em balê bikişînin ser cewhera meseleyê; têkildarî vê yekê hesasiyeta me û ya gelê me heye. Me hewla wê yekê dan ku em çiqas kêm bikin. Dîsa jî di nav yasayê de ew peyv hatin bikaranîn. Me dîyar kir ku em vê rast nabînin. Lê yasa dîsa jî bi vî awayî derket."
— Pervin Buldan
Rola Öcalan û vekirina deriyê Îmraliyê
Yek ji sernavên herî girîng ên civînê rola Ocalan a ji niha û şûnde bû.
Buldanê diyar kir ku li bendê ne ku Ocalan di mekanîzmaya çekdanîn û siyasîbûnê ya ku tê plankirin bê avakirin de cih bigire; bi taybetî ji bo organîzekirina vegeran û pêvajoyê ev yek pêwîst tê dîtin.
Erol jî rola Ocalan bi du aliyan pênas kir: Berpirsiyariya soza çekdanînê ya li dijî dewletê û birêvebirina veguherîna rêxistinê.
Hêj nehatiye teqezkirin ku dê di kîjan desteyê de, bi kîjan statû û rayeyê de cih bigire. Lê ji tiştên ku hatine gotin tê fêmkirin ku ew ê êdî ne tenê peyaman bide, di birêvebirina pêvajoyê de dê bibe xwedî roleke rasterast.
Mijara din a ku bi vê re eleqedar e, ji bo ku zêdetir kes bikarabin biçin vekirina deriyê Îmraliyê ye.
Buldanê got ku daxwaza hevserokên DEM Partiyê ya ji bo dîtina Ocalan heye; ji bo ku rojnamevan jî bikarin rasterast hevpeyvînê bikin xebat tê kirin. Akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan jî daxwazên wan hene. Dîrok û nav jî hêj diyar nînin.
Derbarê mijara vegeran de jî ji bo jinan daxwaza mekanîzmayeke cuda heye. Buldanê anî ziman ku ew difikirin di nav kesên ku ji Ewropa û Qendîlê tên de dê gelek jin hebin, ji ber vê yekê dixwazin desteyeke cuda ya jinan bê avakirin ku bi pêvajoya vegeran a jinan re eleqedar bibe.
Ji ber ku ji bo aştîyeke mayînde, ne tenê bes e mirov li ser radestkirina çekan bifikire; divê mirov li ser dahatuya wî kesê ku çekê berdide û jiyana wî/wê ya piştre jî bifikire.
Di 24ê Tebaxê de dê linjeneyek sereke bê avakirin û civîna xwe ya yekem pêk bîne. Li piştî civîna yekem a lijneya sereke dê pêvajoya avakirina lijneyên jêrîn dest pê bike. Yek ji van lijneyên jêrîn dê lijneya çekdanîn û siyasîbûnê be û birêz Ocalan dê di vir de cih bigire. Ji ber ku ew ê hatinan organîze bike; divê teqez di nav vê desteyê de be.
— Pervin Buldan
Em behsa sê sazî/pêkhateyên cuda dikin: Li jor lijneya sereke ku em dikarin bibêjin lijneya rêveber e; ya ku em jê re dibêjin «lijneya aştî û siyasîbûnê» ango bi navkirineke din «lijneya çekdanîn û siyasîbûnê»; û komîsyona şopandinê ya Meclisê. Divê ev her sê pêkhate bi awayekî hevgirtî û koordîne bixebitin.
— Faik Ozgur Erol
Dê pêvajoya demokratîkbûnê li benda çekdanînê bisekine?
Yek ji aloziyên krîtîk ên pêvajoyê di vir de ye.
Li aliyekî qonaxa tespîtkirin û piştrastkirina çekdanînê; li aliyê din biryarên AYM û DMMEyê, girtiyên siyasî, qeyyum û pirsgirêkên berdewam ên demokratîkbûna Tirkiyeyê hene.
Buldanê anî ziman ku di hevdîtinên xwe yên bi Serokomar û rayedarên dewletê re gotine ku divê biryarên AYM û DMMEyê bên cîbicîkirin û ji bo vê yekê ne pêwîst e li benda bi dawîbûna tevahiya pêvajoya çekdanînê bisekinin.
"Bêyî ku li benda vê yasayê bisekine jî dikarin gavên din ên diyarkirî bên avêtin. Ji bo mînak, me him ji birêz Serokomar re him jî ji rayedarên din re anî ziman ku divê biryarên AYM û DMMEyê di demek nêz de bên cîbicîkirin û li gel vê yekê divê siyasetmedar ji girtîgehan derkevin. Ev yasa bêguman gava yekem e. Lê belê MGK dê di meha Çiriya Pêşîn de bicive û beriya ku rapora MGKê bê eşkerekirin jî hin gav hene ku divê bên avêtin."
-Pervîn Bûldan
Sozek vekirî ya Erdogan a ji bo Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag an jî qeyuman tune ye.
Li gorî Buldanê, bi pêşkevtina pêvajoyê re dê mijarên berdana siyasetmedar û qeyûman jî bikeve rojevê.
Bendewarî tiştek e, soz tiştekî din e. Ji ber vê yekê dê yek ji pirsên girîng ên serdema li pêşiya me ev be:
Gelo berê çek dê bên danîn û dê piştre pêvajoya demokratîkbûnê dest pê bike, an ev herdû dê bi hev re bimeşin da ku aştî mayînde bibe?
Sê gavên vê pêvajoyê hene. Gava yekem ew e ku pêvajoya ku weke yasaya çarçoveyê ango «yasaya kok» dihat zanîn. Ev hat derbaskirin. Niha pêvajoya demokratîkbûnê heye. Dê ji bo demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê, wate ji bo demokratîkbûna Komarê danûstandin bên geşkirin. Dibe ku ev nîqaş dirêj bikşînin. Ji ber wê jî pêvajoya li pêşiya me; hem ji bo rêxistinbûna civakê, hem ji bo demokratîkbûna Komarê û hem jî ji bo ku civak û Komar di zemînekî demokratîk de bighêjin hev xwedî girîngiyeke mezin e. Dê pêvajo hêdî hêdî bi destûreke bingehîn a nû û peymaneke civakî ya nû bi encam bibe. Em behsa pêvajoyeke ku dê ji sê qonaxan pêk tê dikin.
— Veysi Aktaş
Hevdîtina Ebdî û Ocalan: Daxwaz heye, dîrok nîne
Yek ji sernavên herî rojane yên civînê Rojava bû.
Veysi Aktaş diyar kir ku ji bo hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Ocalan daxwaza herdu aliyan heye. Lêbelê serdaneke teqez ango dîrokek nîne.
Têgeha “entegrasyona demokratîk” a ku Aktaşî bi kar anî jî baldar bû. Aktaş diyar kir ku ev yek ne tenê tevlîbûna leşkerî û îdarî ya di nav devletê de ye, lê di heman demê de ew e ku Kurd bi nasnameya xwe di nav sîstema hiqûqî û siyasî de cih bistînin.
Ji ber vê yekê, pirsa li Rojava ne tenê ew e ku HSD dê çawa entegreyî Şamê bibe, mesele ew e ku dê entegreyî Sûriyekî çawa bibe.
Lê ger hevdîtina Ebdî û Ocalan pêk bê jî, ev serdan ji tiştên sembolîk zêdetir xwedî wateyeke kûr e.
"Çûyîna Mazlum Ebdî ya ji bo Îmraliyê bi pêşveçûna pêvajoya li Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Ger pêvajo bi erênî bipêş bikeve, çûyîna wî jî hêsantir dibe û divê ev çêbibe jî. Modela çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê derkeve holê dê bandorê li parçeyên din jî bike.
— Veysi Aktaş
*Pervin Buldan, Faik Ozgur Erol û Veysi Aktaşî pirsên rojnamevanan bersivandin.
Kongreya esasî a DEM Partiyê
Yek ji agahiyên girîng ên ku Buldanê dan, derbarê bernama veguherînê ya li ber DEM Partiyê de bû.
Buldanê got: “6ê Îlonê, ne kongreya veguherîna esasî ye.”
Buldanê ev kongre wekî kongreyeke berdewamiyê ku ji neçariya yasayî derketiye holê pênas kir.
Guherîna ku Ocalan behsa wê dike, avabûneke berfirehtir e ku dê bername, rêzikname û kadro tev de biguherin. Buldanê got ku Ocalan heta behsa “tevgerek nû” dike. Buldanê anî ziman ku desteyeke damezrîner dikare li ser bername, rêzikname û kadroyan bixebite.
Buldanê destnîşan kir ku kongreya veguherîna esasî jî dê berî Newrozê ango piştî wê dê pêk were.
Dê rewşa 10 hezar kesên ku li Mexmûrê ne çi bibe?
Dema behsa vegeran dihat kirin, bianetê rewşa nêzîkî 10 hezar kesên ku di nav wan de sivîl jî hene û li Kampa Mexmûrê dijîn pirsî. Buldanê bersiva pirsê da:
"Mexmûr ji bo me koma herî mezin a koça ji ber şer e, bêguman dê ji bo wê derê planeke taybet bê çêkirin. Ev yek ji sernavên herî girîng e. Mirovên min jî li wê derê hene. Lê belê ev tişt dê gav bi gav çêbibin, ew der di nav planeke cuda de ye."
(NÖ/AY)
Trendyolê firoşgeha ku berhemên kurdî difirot girt
“Ciwan baweriyê bi aştiyê tînin lê xwe wekî aktorên pêvajoyê nabînin”
3 zarokên ku piştî Newrozê hatibûn desteserkirin hatin girtin
Zaroka ku ji ber parvekirina vîdeoya hûnandina keziyan hatibû girtin, serbest bû
"Li Rojava krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe"