Yalçin Kuçuk mir
Yalçın Kuçekê 87 salî, ev demek bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihat dermankirin.
Nivîskar û sosyolog Prof. Dr. Yalçın Kuçukê 87 salî, îro li Enqereyê mir.
Li gorî nûçeya ku Oda TVyê belav kiriye, Kuçukê ku ev demeke ji ber nexweşiyên xwe dihat dermankirin, danê nîvro mir.
Hat ragihandin ku ji bo bernameya merasîma cenazeyê, li benda kurê wî Omer in.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.