VÎDEO - NÛÇE
Yakûp Selîmoglû: Me kirasekî kurdî li lîstika Dario Foyî kir
Şanoya Êlihê ya Yenî Sahneyê ji sala 2018an ve kar û xebatên xwe yên hunerî dimeşînin. Hunermendên di Sînemaya Yılmaz Guney de xebatên xwe dimeşandin ev nêzî 5 sal in ku li Yenî Sahneyê berdewam dikin û heta niha bi gelek lîstikên kurdî derketine ser dike. Bi lîstika Cimrî û ya Serbazî, heta Forsa Şêrko hem ên ji zimanên biyanî hem jî yên bi kurdî derketine ser dike.
Yek ji van lîstikên dawî jî ya bi navê "Jina Qelew" e ku yek ji lîstika nivîskarê navdar ê îtalî Dario Foyî ye. Derbarê lîstika "Jina Qelew" de Yakûp Selîmoglûyî diyar kir ku hem wergera wê hem jî derhênertiya vê lîstikê wî kiriye: “Jina Qelew balê dikşîne ser newekheviya zayendî û niheqiya li ser jinan ku ji aliyê hişmendiyeke serdest ve tê kirin. Me bi kirasekî kurdî lîstika Dario Fo derxist ser dike.” (WT/FD)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir